Misir û Urdinê piştgirî dan rêkeftina derbarê Şingalê de

11-10-2020
RÛDAW
Nîşan Misir Urdin Iraq Kurdistan Şingal
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Misir û Urdinê ragihandin ku ew pêşwaziyê li rêkeftina navbera hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya derbarê birêvebirina navçeya Şingalê de dikin.

Wezareta Derve ya Misirê di daxuyaniyekê de ku li ser hesabê wê yê Facebookê hatiye belavkirin, ragihandiye ku ew “pêşwaziyê li wê rêkeftinê dikin ku derbarê birêvebirina devera Şingalê de li Iraqa dost hatiye kirin.”

Wezareta Derve ya Misirê tekezî li ser piştgiriya xwe bo hikûmeta Iraqê kiriye û diyar kiriye: “Em piştgiriya rêkarên hikûmeta Iraqê dikin, ku armanc jinavbirina radîkalî û terorê ye bo pêkanîna asayîş û aramiyê li hemû Iraqê û parastina serweriya Iraqê, bo pêkanîna daxwazên gelê Iraqa dost taybet bi aramî, giringîpêdan û pêşketinê.”

Li aliyekê din, Berdevkê Wezareta Derve û Karûbarên Diyasporayê ya Urdinê jî di daxuyaniyekê piştevaniya Urdinê li rêkeftina derbarê Şingalê de nîşan da.

Berdevkê Wezareta Derve û Karûbarên Diyasporayê ya Urdinê ragihandiye, Urdin li ser raspardeyên Şah Ebdullahê Duyem bi tevahî li kêleka Iraqê ye û di hewldanên ji bo derbaskirina hemû astengiyan û parastina asayişa Iraqê û istiqrar û serweriya wê de piştgiriya hikûmeta Iraqê dike.

Wezareta Derve ya Urdinê herwiha destnîşan kiriye, ku Urdinê piştgiriya hewlên hikûmeta Iraqê ji bo pêkanîna xwastekên gelê Iraqê yên ji bo pêşketin û geşepêdanê dike.

Ev helwêsta Misir û Urdinê, piştî piştgiriya Amerîka bo vê rêkeftina navbera hikûmeta Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê ya derbarê Şingalê de hat.

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê, Morgan Ortagus roja bihorî ragihandibû, welatê wê pêşwazî li  rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê dike û diyar kiribû ku divê berjewnediyên xelkê Şingalê bi taybetî ew qurbaniyên komkujiya Şinaglê li ber çavan bê girtin.

Tirkiyê jî ragihandiye, ku ew pêşwazî li rêkeftina Hewlêr-Bexdayê ya ji bo rêvebirina Şingalê dikin û destnîşan kiriye, ew bi hêvî ne bi vê rêkeftinê paşmayên DAIŞê û PKKê li vê navçeyê nemînin.

Hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê doh Şemiyê naveroka rêkeftina navbera xwe li ser bajarokê Şingalê belav kirin. Li gor rêkeftinê, qeymeqamekî nû bo Şingalê tê hilbijartin, asayîşa bajarokê Şingalê tenê erkê polîsên xwecihî, Saziya Asayîşa Niştimanî û Îstîxbaratî dibe, bi hevahengiya ligel saziyên emnî yên Herêma Kurdistanê, divê dawî li hebûna Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û hemû paşmayên wê li Şingalê bê anîn.

Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an du îdare li Şingalê çêbûn û çend hêz li deverê serdest in, wek Heşda Şabî, hêzên ser bi Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), artêşa Iraqê û polîsên federalî.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst