Hejarî, bêkarî û nexweşî pirsgirêkên sereke yên Yemenê ne

11-01-2019
RÛDAW
Piraniya xelkê Yemenê hejar bûne û çavê wan li alîkariyên mirovî ne
Piraniya xelkê Yemenê hejar bûne û çavê wan li alîkariyên mirovî ne
Nîşan Yemen Hejarî Bêkarî Nexweşî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hejarî, bêkarî û nexweşî, ev hersê tişt derdên herî giran ên xelkê Yemenê ne, piraniya xelkê wî welatî hejar bûne û çavê wan jî li alîkariyên mirovî ne.

 

Berpirsên nexweşxaneya Hudeyde dibêjin ku ji ber bilindbûna rêjeya birçîbûnê, piraniya kesên serdana wan dikin, ji ber bêxwarinê nexweş ketine.

 

Piraniya xelkê Hudeyde, li rojavayê Yemenê, hejar û bêkar in, firoşkar roja xwe bi temamî li bazara Hudeyde derbas dikin, daku tiştekî bidest bixin.

 

Jinek li gel zarokên xwe li benda wergirtina şîr e, hejarî, bêkarî û nexweşî, ev hersê tişt jiyana wan têk birine, jinên vê navçeyê jî bêçare mane.

 

Welatiya bi navê Diya Rînad ji Rûdawê re diyar kir: “ Ez li gel kurê xwe hatime vê derê, pirsgirêka min a xwîna kêm û xwarinê heye, jiyana me zehmet e, xwarina pêwîst dest me nakeve, ez ducanî me û xwîna min jî kêm e, hevjînê min li benderê Hudeyde kar dike û hemal e, rewş pir xirab e.”

 

Bazneya êşa xelkê berfireh e, ewên ku serdana nexweşxaneyê dikin, hejmara wan zêde ye, ne derman û ne jî alavên pizîşkî bidest dikevin.

 

Cîgirê Serokê Desteya Nexweşxaneya Sewre Dr. Mihemed Mucem ji Rûdawê re ragihand: “Piraniya xelkê pir hejmar bûne, herwiha rêjeya birçîbûnê di nav wan de bilind bûye, di nav zarokan de rêjeya bê xwariniyê zêde bûye, nîvê kesên serdana nexweşxaneyê dikin, koçber û hejar in.”

 

Bi hezaran malbatan karên xwe ji dest dane û mûçeyên wan hatine birrîn, pîşeyên mormal yên gelek kesan rawestiyane, ev jî bandoreke nerênî li ser rewşa tendirûstiyê çê kiriye, gelo dê Hewlên aştiyê sînorekî ji vê rewşê re deyne?

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst