Dengbêj Silêmanê Dengizî di rewşeke kambax de dijî: Berê derdora wî tije bû, îro kes rû nadiyê

20-09-2023
Abdulselam Akinci
Dengbêj Silêmanê Dengizî/Wêne: Rûdaw
Dengbêj Silêmanê Dengizî/Wêne: Rûdaw
Nîşan Dengbêj Silêmanê Dengizî Mêrdîn Nexweş Kemençe Hejarî
A+ A-

Mêrdîn (Rûdaw) - Dengbêj û kemençejen Silêmanê Dengizî yê 80 salî li gundê Elfanê yê navçeya Stewrê ya Mêrdînê di rewşeke kambax de dijî.

Di domahîka emre xwe de ew civata der û dora wî vekişiyaye bi hevjîna xwe re tene maye.

Xwediyê dengê bilind û zelal yê ku meqamê kilamê bi têlên kemençeya xwe wekî lemên behrê nerme nerm di ser hev de diqelîbîne û gazincên xwe ji dinyayê dike hevalbendê Miradê Kinê dengbêj û kemençejen Silêmanê Dengizî ye.

Emrê apê Silêman ji 80yî boriye, çevên wî baş nabînin berguhka wî xirab bûye û deng jî naçiyê lê derfeta wî nîn e ku berguhkeke nû bistîne.

Dengbêj Silêmanê Dengizî li gundê Elfanê yê navçeya Stewrê ya Mêrdînê bi hevjîna xwe re di maleke ne ti mal e de di rewşeke kambax de nexweş ketiye û di nav nivînan de ye.

Kemençeya wî ya ku emrek pê re derbaskirîye û di dewet û dîlanên bi hezaran bûk û zavayan de li ber govend hatiye gerandin, bi dîwarê odeyeke wî ve wekî ku şîna salên borî digre bêdeng ketiye.

Ji xwe tilî û pêçîkên westîyayî yên dengbêjê navdar jî ne li ser kewna xwe ya berê ne.

Niha hevalbendên wî kewên wî yên gozel in ku bêdengî û tenêtî ya li emrê wî tenê carna bi qebe qeba wan kewan belav dibe.

“Me dinya dît kêf nema, eşq nema, ka îca ez dê çi bikim jê?”

Dengbêj Silêmanê Dengizî got, “Me dinya dît.

Hal nema, dest nema, çev nema, kêf nema, eşq nema, ka îca ez dê çi bikim jê?”

Mala xemxurê muzîka Kurdî dengbêj Silêmanê Dengizî ji şert û mercên jîyaneke bi tendurist gelekî dûr e.

Kamkêşkê xwe avetêye dîwarên malê, tenîya sobeya zivistanê ya ku hin jî li erdê ye li tevên dîwarên malê ketiye.

Di barîna baranekê de ji qul qelşên xanî dilop tên xwarê û sekana di bin wî banî de xeter dibe.

Take debara wan mûçeya kêm ya extiyariyê ye ku ew jî têra wan nake.

Cîranên wî bangî xêrxwazan dikin ku xaniyê wî çê bikin û berguhkeke nû jê re bistînin.

“Nema dikare here were”

Cîrana dengbêj Silêman a bi navê Îpekê got, “Rewşa wî ne baş e.

Deng nema diçiyê, nema dikare here were. Rewşa wî ne baş e.

Cîraneke din a bi navê Şukriyeyê wiha anî ziman, “Ê weleh bere dengî wî pir bû. Dengê wî xweş bû. Di dewetan de bû.”

“Berê milet li dora wî tije bû, îro kes rû nadiyê”

Cîrana wî ya bi navê Bîrcanê jî diyar kir “Berê milet li dora wî tije bû.

Dewet lê dixist gundiyên Elfanê gişt dihatin. Gundên derdora me gişt dihatin.

Îro kes rû nadiyê. Nema dikare rabe. Nikare karekî bike. Pîreka wî ne wekî bere ye.

Paqijiya wî tune. Ez dixwazim xaniyê wî jê re bê çekirin.”

Dengbêjê navdar zêdetirî hefteyek e nexweş ketiye û di nav nivînan de ye.

Di dema xatir xwestinê de li ser agahdarkirina tîma Rûdawê tîmên tendirustiyê dengbêj Silêman bi ambûlansê rakir Nexweşxaneya Stewrê.

Li nexweşxaneyê serûm hat dayîn derman jê re hate nivîsandin û careke din vegerîya mala xwe û rewşa tenduristiya wî baş e.

Niha dengbêj Silêmanê Dengizî li benda alîkariya xêrxwazan e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst