Komîsyona Muzakereyan a Sûriyeyê spasiya Serok Barzanî kir

10-12-2024
Nîşan Komîsyona Muzakereyan a Sûriyeyê Serok Barzanî Spasî Koçber Veger
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komîsyona Muzakereyan a Hêzên Mixalif û Şoreşger a Sûriyeyê li ser hikûmetên Îraq û Herêma Kurdistanê beyanek belav kir.

Komîsyona Muzakereyan diyar kir ku Serok Mesûd Barzanî, “Meseleya Sûriyeyê wekî meseleya xwe dibîne û piştgiriyê dide Sûriyeyê” û spasiya wî kir.

“Gelek berpirsiyariyên me hene”

Komîsyonê destnîşan kir ku rûxîna rejîma Beşar Esed ti xisarê nade Îraqê û pê de çû:

“Rûxîna rejîma Esed ti xisarê nade Îraqa me ya ezîz ku di rojên baş û xerab de dostê me ye û em wê wekî şirikê xwe dibînin.

Em li bendê bûn ku bi Îraqê re pêwendiyên baş û erênî deynin û em hîn jî li ser a xwe ne.

Berjewendî û şibahiyên di navbera her du welatan de ew qasî zêde ne ku nayên hejmartin.

Ev her du welat li herêmê navendên girîng in û ji bo aştiya li rojhilata navîn û belavbûna aştiyê gelek berpirsiyariyên me hene.”

“Piştgiriya wî xwediyê bandoreke zêde bû”

Komîsyona Muzakereyan a Hêzên Mixalif û Şoreşger a Sûriyeyê ji bo helwest û sekna wî spasiya Serok Barzanî kir û got:

“Em di heman demê de spasiya birayên xwe yên li Herêma Kurdistanê û lîderê Kurd Mesûd Barzanî dikin ku meseleya Sûriyeyê wekî meseleya xwe dibîne û piştgiriyê dide Sûriyeyê.

Piştgiriya wî ya ji bo mafên gelê Sûriyeyê xwediyê bandoreke zêde bû ku nikare were piştguhkirin.”

“Êdî mêhvan in”

Komîsyonê “koçberên Sûriyeyî” yên ku li Herêma Kurdistanê dimînin bi bîr anîn û got:

“Em diyar dikin ku birayên me yên Sûriyeyî bi taybetî jî yên li Herêma Kurdistanê êdî bûne wekî mêhvanan û dê vegerin Sûriyeyê da ku sûdê bigihînin jinûveavakirina Sûriyeyê û dabînkirina aramî û kamîraniyê.”

Komîsyona Muzakereyan ji bo “vekirina rûpelekî nû” bangî Hikûmeta Îraqê kir û got:

“Em li bendê ne ku bi birayên xwe yên Îraqî re rûpelekî nû yê aştî, hevkarî û biratiyê vekin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst