Serokê Herêma Kurdistanê li Îmarata Erebî ye

09-03-2023
RÛDAW
Nîşan Îmarata Erebî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê li ser vexwandina fermî ya Serokê Îmaratê Mihemed Bin Zayid El Nehyan çû paytext Ebû Dabî. Ev serdan di demekê de ye ku peywendiyên bazirganî û aborî di navbera Hewlêr û Ebû Dabî de ber bi pêş ve diçin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Pêncşemê ji bo hevdîtinên fermî çû Îmarata Erebî. Nêçîrvan Barzanî li Ebû Dabî bi merasîmeke fermî hat pêşwazîkirin.

Wezîrê Derve yê Îmarata Erebî Sanî Bin Ehmed El-Zîwedî li Firokexaneya Ebû Dabî pêşwaziya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir. Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, Nêçîrvan Barzanî dê li Ebû Dabiyê peywendiyên di navbera Bexda û Hewlêrê de gotûbêj bike.

Roja 26ê Sibatê di civîna ligel Nêçîrvan Barzanî de, Konsulê Giştî yê Îmarata Erebî yê Hewlêrê Ehmed Îbrahîm El Zahirî vexwandina fermî ya Serokê Îmarata Erebî Mihemed Bin Zayid El Nehyan ji Nêçîrvan Barzanî re ragihand.

Konsulê Giştî yê Îmarata Erebî yê Hewlêrê Ehmed Îbrahîm El Zahirî ji Rûdawê re got, “Pêwendiyên serkirdeyên Herêma Kurdistanê bi serkirdeyên Îmarata Erebî re pir baş in. Ji bo ku Nêçîrvan Barzanî serdana Îmaratê bike û bi Birêz Şêx Mihemed Bin Zayid El Nehyan re bicive, vexwandineke fermî hat şandin. Ev jî berdewamî û bihêzkirina peywendiyên me misoger dike û berfirehbûna wê jî nîşan dide.”

Ji bo Herêma Kurdistanê, Îmarat bûye deriyekî girîng ê bazirganiyê ji bo hinartina kelûpelan ji welatên Rojhilatê Asyayê. Îmarat her wiha piştî Tirkiye, Îran û Çînê çaremîn şirîkê herî mezin ê bazirganiyê yê Herêma Kurdistanê ye. Salane zêdetirî 1 milyar dolar kelûpel ji Îmaratê bo Herêma Kurdistanê tê hinartin.

Li gorî daneyên Desteya Veberhênanê ya Kurdistanê, kompanyayên Îmaratê 2,57 milyar dolar di sektorên cuda yên Herêma Kurdistanê de veberhênan kirine.

Kompanyayên Îmaratê di warê enerjiyê de jî li Herêma Kurdistanê roleke girîng dilîzin. Kompanyaya Enerjiya Neteweyî ya Îmaratê rojane li kêlgeha Etrûşî ya Duhokê rojane 40 hezar bermîl petrol berhem tîne. Her wiha kompanya DanaGas ku navenda wê Îmarat e, rojane 500 milyon metrekup gazê ji zeviyên li Herêma Kurdistanê derdixe.

Konsulê Giştî yê Îmarata Erebî yê Hewlêrê Ehmed Îbrahîm El Zahirî got, “Nêzîkî 150 kompanyayên me li Herêma Kurdistanê kar dikin û karê wan gelekî serkeftî ye.”

Sala borî Herêma Kurdistanê yekem berhema hinar bi rêya Îmaratê hinarde kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst