Koçberên Sûrî ji welatên cîran berê xwe didin welatên rojavayî

06-11-2022
Hisên Omer
Koçberên li Tirkiyê dibêjin ew weke karteke siyasî tên bikaranîn
Koçberên li Tirkiyê dibêjin ew weke karteke siyasî tên bikaranîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bi hokar û sedemên cuda, penaber û penaxwazên Sûrî li welatên Cîran pêl bi pêl berê xwe didin sînoran û hewla derketina ji wan welatan ber bi welatên rojavayî didin.

Her çiqas hokar û sedem cuda bin, lê xala hevbeş di nav penaber û penaxwazên Sûrî de li welatên cîran hewla derketin û gihiştina welatên rojavayî ye. Penaber û penaxwaz li pey jiyaneke baştir digerên, li ser vê riyê gelek ji wan bacên giran didin.

Ev hokar û sedema mijara xeleka îro ya bernameya Çavê Sêyem a Radioya Rûsawê bû ku Berpirsê Diska Rojavayê Kurdistanê li Rûdawê Hisên Omer pêşkêş dike.

Ji Tirkiyê, Mihemed Salih Elî, serokê Rêxistina Penaberên Sûrî li Izmîrê gelek hokar ji bernameya Çavê Sêyem a Radiyoya Rûdawê re hejmartin, ji wan bikaranîna dosyeya penaberan di rikaberiya hilbijartên li pêş de ye.

Serokê Rêxistina Penaberên Sûrî li Izmîrê Mihemed Salih Elî got: “Şandina penaberan li Tirkiyê bûye mijareke germ a di navbera partiyên opozisyon û desthilatdariyê de. Ev bûye weke plan û projeyekê û rojane li ser gotinên nû têne kirin.”

Ji Libnanê, penaber û çalakvanê Kurd li wî welatî Mistefa Şêxo got, pilana vegerandina penaberan ji bo Sûriyê metirsî li nav wan belav kir.

Penaber û Çalakvan Mistefa Şêxo got: “kesên hatibûn vegerandin wan navên xwe tomar kiribûn. Lê piraniya penaberan ji weke ditirsin ku bi zorê bêne vegerandin.”

Serokê Encûmena Penaberan li Kampa Dareşikranê Elî Mişkê, kêmbûna alîkariyên saziyên Neteweyên Yekbûyî ji bo penaberan wekî hokarê sereke yê derketina penaberan hejmart.

Serokê Encûmena Penaberan li Dareşikranê Elî Mişkê jî dibêje: “Ji sala 2018an ve heta niha ti bernameyeke navneteweyî ya alîkariya penaberan bike nîne. Neteweyên Yekbûyî pişta xwe daye penaberan û ji  bo wan ti alîkariyeke nake.”

Li gor amarên ku mêvanên bernameya Çavê Sêyem aşkere kirin, heta niha 400.000 penaberên Sûriyê ji Tirkiyê hatine vegerandin. Ji libnanê jî, hefteya borî, 700 penaber hatine vegerandin. Ji destpêka sala 2022yê ve, 100 kes ji kampa Dareşikranê derketine û berê xwe dane welatên Rojava.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst