Qaanî û Sefiyedîn li kû derê ne?

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Haşim Sefiyedîn Îsmaîl Qaanî Îsraîl Hizbullah Libnanê Artêşa Îsraîlê Supaya Pasdaran a Îranê Şerê Hemas û Îsraîlê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Fermandarê Hêza Quds a Supaya Pasdarên Îranê Îsmaîl Qaanî herî dawî li Libnanê hatibû dîtin. Niha dengê wî nîne û li ser aqûbeta wî çend îdia hene.

Li gorî hinek raporên medyayî, guman heye ku Îsmaîl Qaanî jî tevî Haşim Sefiyedîn li Beyrûtê di êrişên Îranê de hatibe kuştin.

Li gorî medyaya Îsraîl û Amerîkayê, Îsmaîl Qaanî beriya bi hefteyekê li Beyrûta paytexa Libnanê bû.

Li gorî raporên medyaya Îsraîl û Amerîkayê Qaanî ji bo piştgiriyê bide Hizbulahê li Libnanê bû.

Li aliyê din hefteyek e Îsraîl baregehên Hizbulahê yên li Libnanê bombebaran dike û ji ber wan êrişan heta niha bi sedan berpirsên Hizbulaha Libnanê hatine kuştin.

Belavbûna tirsê li nava Supaya Pasdaran a Îranê

Di nava çekdarên Supaya Pasdaran a Îranê de dilgiranî û tirs belav dibe.

Li gorî nûçeya Rojnameya The Times of Israelê, ji ber diyarnebûna aqûbeta Îsmaîl Qaanî tirs ketiye nava Supaya Pasdaran a Îranê.

Fermandarekî Supaya Pasdaran a Îranê ku nexwestiye navê xwe ji rojnameyê re eşkere bike diyar kiriye ku nebûna zanyariyan li ser çarenivîsa Qaanî li nava Supaya Pasdaran bûye sedema tirs û tevliheviyê.

Li gorî nûçeya medyaya Israîlê, Rojhilata Navîn ber bi aloziyan diçe, windabûna Qaanî jî bûye sedema “tirsekê” di nava çekdarên Supaya Pasdaran a Îranê de.

Îsmaîl Qaanî piştî kuştina Qasim Silêmanî bûbû Fermandarê Hêza Qudsê ya Supaya Pasdaran a Îranê.

Sala 2020î serokê wê demê yê Amerîkayê Donald Trump fermana kuştina Qasim Silêmanî dabû.

Qasim Silêmanî di êrişeke dronî ya Amerîkayê de li Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê hatibû kuştin.

Artêşa Îsraîlê diyar kir ku heta niha di operasyonên wê yên hewayî û asmanî yên li Libnanê de, herî kêm 400 çekdarên Hizbulaha Libnanê hatine kuştin.

Divê were gotin ku hefteyek e Îsraîl baregehên Hizbulaha Libnanê yên li Beyrûtê bi tûndî bombebaran dike.

Li gorî gotina Artêşa Îsraîlê di êrişa roja înê de Haşim Sefiyedînê dê bibûya sekreterê nû yê Hizbulahê jî hatiye kuştin.

Herî dawî Berdevkê Artêşa Îsraîlî Daniel Hagari amaje bi wê yekê kir ku wan nêzîkî 440 endamên Hizbulahê kuştin û 30 kes ji wan fermandarên hêzên wê rêxistinê bûn.

Çi hat serê Sefiyedîn?

Roja Şemiyê, AFPyê ragihand ku “berpirsekî payebilind ê Hizbulah” jê re diyar kir ku piştî êrîşa roja înê ya mezin a li Beyrûtê pêwendiya wan bi Haşim Sefiyedîn re qut bûye.

Li aliyê din Hîzbulahê amaje bi wê yekê kir dê piştre li ser bûyerê û îdia kuştina Sefiyedîn daxuyaniyekê belav bike.

Berpirsên Hizbulahê ji AFPyê re diyar kirine ku ew nizanin Sefiyedîn hatiye armanckirin û haya wan jê nîne ka kî bi wî re bû.

Her wiha berpirsekî din ê Hizbulahê jî ji AFPyê re piştrast kiriye ku wan şopa Sefiyedîn winda kiriye û haya wan ji wî nemaye.

Li gorî zanyariyan Hizbulah, hewl dide ku xwe bigihîne baregehên jêrzemînî yên hatine bombebarankirin lê ji ber bombebaranên Îsraîlê Hizbulah nikare xwe bigihîne wan baregehan û aqûbeta serkirdeyên xwe bizanibe.

Li gorî nûçeya AFPyê dema êrişa Îsraîlê, Sefiyedîn û “berpirsê Îstixbarata Hizbulahê” ku navê wî Hacî Murteza ye li herêmê bûne.

Kanala 12an a Îsraîlê ragihand ku îhtîmaleke mezin dema Sefiyedîn di bombebaranê de hat armanckirin Îsmaîl Qaanî jî bi wî re bûye û tiştekî bi wî jî bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst