Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan got, "Min dît ku Birêz Ehmed Şer derbarê PKK/YPGyê de xwedî helwesteke zelal e.”
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan di bernameya "Masa Edîtoran" a Ajansa Anadoluyê de bersiv da pirsên rojnamegeran.
Hakan Fîdan derbarê qonaxa nû ya Sûriyeyê got:
"Dewleta Sûriyeyê ji bo yekparçeyiya xwe ya neteweyî yan dê endamên PKKyê yên ku ji welatên cuda hatine bişîne welatên wan an jî dê wan tune bike."
Fîdan li ser çûna xwe ya Îraqê jî axivî û got, ew li bendê ne ku PKK bi temamî ji Şingalê derkeve û wiha pê de çû:
"Wan kesên ku me li Tirkiyeyê destûr neda wan, Îraq û Sûriye dagir kirine."
Wî derbarê Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî de got ku ew dixwaze welatê xwe ji kaosê rizgar bike û anî zimên:
"Ew serokekî wiha ye ku dixwaze welat ji şer û pevçûnên navxweyî rizgar bike. Ew dizanin ku heta PKK hebe nikarin veberhênanê bikin."
Fîdan li ser serdana Ehmed Şer a Tirkiyeyê wiha axivî:
"Em dibînin ku li Sûriyeyê bi şêweyekî birêkûpêk bipêşveçûn heye. Birêvebiriya nû bi berpirsyarî tevdigere.
Derfet çêbû ku em li ser wan mijarên biaxivin ku berê di navbera her du welatan de nehatibûn çareserkirin û sekinîbûn. Hevdîtineke bi encam bû."
“Xwedî helwesteke zelal e”
Fîdan got, "Min dît ku Birêz Şer derbarê PKK/YPGyê xwedî helwesteke zelal e" û wiha berdewam kir:
"Ev zelalbûn di asta ku pêdiviyên ewlehiya Tirkiyeyê têr bike de ye.
Mijarên ewlehiyê hatin gotûbêjkirin û ez bawer im ku pêwendiyên me dê xurttir bibin. Ya herî girîng ew e ku welatên li derdora me nebin çavkaniya gefan.
Di rojeva birêvebiriya Sûriyeyê de ramana federalîzm yan xweseriyê tune.
Di paşeroja Sûriyeyê de ti kom nabe xwedî mafên taybet.
Divê ti kes ji ber nasnameya xwe neyê dûrxistin. Perçebûneke siyasî ya li seranserê welêt nayê qebûlkirin."
“Bahçelî ji bo aştiya civakî xizmetê dike”
Fîdan got, "Ez daxuyaniyên Bahçelî yên derbarê Kurdan gelekî girîng dibînim" û wiha domand:
"Em dibînin ku wî rîskeke mezin girtiye ser xwe. Em bi mînakeke fedakariyê re rû bi rû ne ku ji bo berjewendiyên welêt hatiye kirin.
Ez fedakariya ku Bahçelî ji bo biratiya Kurd-Tirkan kiriye wekî fedakariya ku leşkerek li qada şer bike dibînim.
Ez dizanim bê ma çi rîsk standiye. Ev tiştek e ku divê ji bo berjewendiyên welêt were kirin. Welatparêziya rastî ev e. Ji bo aştiya civakî xizmetê dike.
Bêyî ku destûrê ji kesî bixwaze, bi tenê bi biryara serbixwe ya welêt û ji bo berjewendiyên welêt, ev têkoşîn gelekî girîng e.
Nehiştina terorîzma çekdarî mijarek e ku saziyên dewletê fedakariyeke mezin dikin.
Em nikarin ti tiştî ji tesadufê re bihêlin. Serokkomarê me bi serokatiya xwe ya siyasî û bi ramana 'Ev pirsa welatê min e û ez dikarim ji bo vê yekê her tiştî bikim' tevgeriya."
“Em li bendê ne ku Amerîka piştgiriya xwe ya ji YPGyê re bibire”
Fîdan got, "Tiştê ku em li bendê ne ew e ku Amerîka piştgiriya xwe ya ji YPGyê re bibire û astengiyên li pêşiya yekîtî û tevahiya Sûriyeyê ji holê rabin" û wiha pê de çû:
"Em doh li ser girtîgehan jî axivîn. Nêrîna Şer li ser vê mijarê zelal e, şiyan û îradeya wî heye ku kontrola girtîgehan bixe destê xwe.
Dewleta Sûriyeyê ji bo parastina yekîtiya xwe ya neteweyî yan dê PKKyiyên ku ji hemû welatan hatine wan vegerîne yan jî wan tune bike."
"Pêşniyara Trump a derbarê Xezeyê nayê qebûlkirin"
Fîdan pirsa "Piştî daxuyaniyên Trump, agirbest û paşeroja Xezeyê dê çawa be?" wiha bersivand:
"Li Xezeyê qonaxa yekem a agirbestê bi awayekî dimeşe, bêdengiyeke heye lê carinan êrişên Îsraîlê yên ku dibin sedema mirinê hene.
Di veguhastina alîkariyê de ku dê jiyana xelkê ji nû ve ava bike pirsgirêk hene. Em dê li qonaxa duyem binêrin bê em dikarin çi bikin.
Dibe ku Netanyahu piştî standina dîlan hewl bide ku şer ji nû ve dest pê bike. Di nav welatên ku garantorê agirbestê ne de tenê Amerîka dikare zextê li Îsraîlê bike.
Valakirin û derxistina xelkê ji Xezeyê nayê qebûlkirin. Pirsgirêka Filistînê ji ber vê sedemê dest pê kir.
Pêşniyara Trump a ji bo valakirina Xezeyê nayê qebûlkirin, heta vekirina vê mijarê ya ji bo nîqaşê jî şaş e.
Em li dijî hemû hewldanan in ku dixwazin gelê Xezeyê ji hevkêşeyê derxin.
Dinya ber bi qanûna daristanê ve diçe. Nêrîna 'Ez dikim çimkî ez xurt im' nayê qebûlkirin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse