Hewlêr (Rûdaw) - Hemasê bangî serkirdeyên dewletên Erebî kir ku plana Serokê Amerîkayê ya ji bo Xezeyê “pûç” bikin.
Hemasê derbarê civîna îro ya dewletên Erebî ya li Qahîreya paytexta Misirê daxuyaniyek belav kir.
Hemasê di daxuyaniya xwe de ragihand:
“Em hêvî dikin ku welatên Erebî roleke bilind di bidawîanîna vê karesata mirovî ya dagirkirina Xezeyê de bilîzin.
Her wiha plana dagirker a ji bo koçberkirina Filistîniyan jî pûç bikin.”
Serkirdeyên welatên Erebî îro li Qahîreyê civîneke awarte ya li ser rewşa Xezeyê û eşkerekirina plana Misirê ya ji bo Xezeyê li dar xist.
Di daxuyaniya Hemasê de hat gotin:
“Girtina deriyên Xezeyê ji bo sê rojan li ser hev û astengkirina gihîştina alîkariyan, nîşaneyeke zelal a binpêkirina Siyonîstan a li hemberî lihevkirina agirbestê ye û sûcekî eşkere yê şer e.”
Misirê pêşniyara avakirina Xezeyê ya bi nirxê 53 milyar dolarên Amerîkî kir.
Plana Misirê ji sê qonaxan pêk tê û ji bo 3 heta 5 salan e.
Qonaxa yekem ji bo 6 mehan e û dê bala xwe bide rakirin û paqijkirina kavil û xirbeyan û avakirina Xezeyê.
Qonaxa duyem dê konferenseke navneteweyî be ji bo pêkanîna planeke bi hûrgilî ya derbarê avakirina temamî ya Xezeyê.
Qonaxa sêyem jî dê plansazî û avakirina malan û avahiyên perwerde û tenduristiyê yên Xezeyê be.
Her wiha li gorî reşnivîsa plana Misirê, birêvebirina Xezeyê dê ne di destê Hemasê de be ku yek ji mercên Amerîka û Îsraîlê ye.
Biryar e ku plan di çend hefteyên pêş de radestî Serokê Amerîkayê Donald Trump were kirin.
Ji sala 2007an ve Hemas, Xezeyê bi rê ve dibe.
Misirê pêşniyar kir ku komîteyeke serbixwe ya Filistînî ji bo şeş mehan birêvebiriya Xezeyê bike.
Komîte jî “di bin sîwana Desthilata Filistînî ya li Kenarê Rojavayê” de be lê endamên komîteyê ne girêdayî wê desthilatê bin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse