David Petraeus: Kuştina Qasim Suleymanî ji kuştina Bin Ladin û Bexdadî girîngtir e‎

04-01-2020
David Petraeus dibêje destê Sulêymanî di kuştina 600 serbazên Amerîkî de hebû
David Petraeus dibêje destê Sulêymanî di kuştina 600 serbazên Amerîkî de hebû
Nîşan Amerîka Îran Qasim Sulêymanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Heta dem derbas dibe, karvedanên li ser Fermandarê Supaya Quds a Pasdaran Qasim Sulêymanî jî belav dibin. Berpirsê Berê yê CIA ya Amerîkayê û Fermandarê Hêzên Amerîkayê li Efxanîstan û Iraqê David Petraeus ku Qasim Suleymanî baş dinase, dibêje kuştina wî fermandarî bo Amerîkayê gelekî ji kuştina Usame Bin Ladîn û kuştina Ebû Bekir Bexdadî girîngtir e.

David Petraeus dibêje, destê Qasim Sulêymanî di kuştina 600 serbazên Amerîkî de hebû, binêt bû ‎‎ “Hîlala Îranî” çêbike û desthilata Şîe ji Îranê bigihîne Lubnanê.

Rayêdarên Îran dibêje Amerîkayê karekî gelekî xirab kiriye ku Sulêymanî kuştiye û toleke dijwar ji Amerîkayê distînin. Ev pirseke ku di hizrê gelek kesan de ye ka Îran bi çi awayekî tola Qasim Suleymanî destine, di demekê de ku Amerîka dibêje, li her cihekî be tenê hêzên ser bi Îranê derbekê li Amerîkayê bidin, Amerîka, Îranê bi xwe dike armanc.

Berpirsê Berê yê CIA ya Amerîkayê û Fermandarê Hêzên Amerîkayê li Efxanîstan û Iraqê David Petraeus bersiva vê pirsê jî dide û dibêje, Îran di krîzeke aborî ya nazik û hestyar de ye, xelkekî zêde li nav welat di xwepêşandanan de kuştine û rêvebirineke şaş û gendeliyeke zêde heye. Herwiha dibêje, ew Îran nemaye dema di 80êyan de şerê Iraqê dikir. Navbirî diyar dike ku her destpêşxeriyekê bike gefek li ser rejîma Îranê çêdibe û di demên derbasbûyî de hevawayên wê nebûye.

Berpirsê Berê yê CIAyê dibêje, pêngava siberojê eger Îran zêdegaviyan bike, dibe kêlgehên petrolê û hêzên wê bibin armanc di nav wî welatî bi xwe de û dibêje, Amerîkayê di nav Îranê de destê xwe weşandiye û êrîşên elektronî û hakkirina toran belgeyên wan êrîşa ne. David Petraeus dibêje, eger Îran tola Qasim Suleymanî bistîne, tişta niha dikare bike, dibe li Tengava Hurmiz û li Kendavê tevlîheviyeke zêdetir çêbike, şerê bi wekalet berfirehtir bike û êrîşên Supaya Quds zêdetir bike.

David Petraeus got: “Bawer nakim piraniya serkirdeyên Iraqê bixwazin Amerîka ji Iraqê derkeve. Kuştina Qasim Suleymanî ji kuştina Bin Ladin û kuştina Bexdadî girîngtir e. Îran di krîzeke hestyar de ye. Îran di rewşekê de şiyana wê ya serdema şerê Iraq û Îranê nemaye.”

Rojnamevaneke New York Times jî ku belgename li ser êrîşa armancgirtina Qasim Suleymanî bidest ketine, li gor belgeyan Amerîka piştrast nebûye ku Mehdî Muhendis ligel Qasim Suleymanî bûye. Herwiha wê rojnamevanê amaje bi wê yekê daye, dema rawêjkarekî Amerîkî li nêzîkê Kerkûkê bi mûşekê hatiye kuştin, CIAyê bijardeyên cuda bo tolstandina ji Îranê ji Trump re pêşniyar kirine û kuştina Sulêymanî gelekî dûr bû ji wan bijardeyên ku li gor Trump baş bûn. Lê piştî êrîşa ser Balyozxaneya Amerîkayê ya Bexdayê, Trump kuştina Suleymanî hilbijart.

Li gor wan belgenameyên ku ketine destê wê rojnamevanê, yek ji bijardeyên Îranê bo tolstandina ji Amerîkayê revandin û kuştina welatiyên Amerîkayê ye li Iraqê, herwiha gihandina zerarê bo berjewendiyên Amerîkayê li Kendavê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst