Urdun: Xwendekarên Sûrî yên koçber ji bo xwendina xwe temam bikin di projeyên IFADê de kar dikin

03-04-2023
Loloxan
Urdun: Xwendekarên Sûrî yên koçber ji bo xwendina xwe temam bikin di projeyên IFADê de kar dikin
Urdun: Xwendekarên Sûrî yên koçber ji bo xwendina xwe temam bikin di projeyên IFADê de kar dikin
Nîşan Urdun Xwendekarên Sûrî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Urdunê xwendekarên zanîngehê yên Sûrî ku koçberî wî welatî bûne, ji bo xwendina xwe temam bikin di projeyên Sindoqa Navdewletî bo Geşedana Çandiniyê (IFAD) de kar dikin.

Koçberê Sûrî li Urdunê Ehmed Yûsif got "Ez li Sûriyê xwendekar bûm, dema ez hatim vê derê ji bo xwendina xwe temam bikim astengî derketin. Li Sûriyê xwendin bêberamber bû, lê li vê derê bi peran e ji ber ez koçber im. Tişta baş di workshopa me de ew e ku hemû karker xwendekarên zanîngehê ne."

Li gor Wezareta Xwendina Bilind a Urdunê 15 hezar xwendekarên zanîngehê yên Sûrî li wî welatî hene, piraniya wan ji bo dahatekî baş bo temamkirina xwendina xwe bidest bixin, di çend projeyên cuda yên IFADê de kar dikin.

Rêveberê Projeyê Merwan Siîd Siwêfan dibêje "Armanca van projeyan tenê bo karkirinê ye ne bo karmendbûnê ye, ji ber di sektora giştî de karmendbûn zêde sînordar bûye, lewra alternatîfa vê yekê tenê karkirin bû."

Li gor amarên hikûmeta Urdunê nêzîka yek milyon û 300 hezar koçberên Sûrî li wî welatî dimînin, di demekê de ku tenê nêzîka 677 hezar koçber li Komisyona Koçberan hatine tomarkirin. Sala 2021ê jî hikûmeta Urdunê 62 hezar derfetên kar dan koçberên Sûrî daku li bazarên wî welatî kar bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst