Wezareta Berevaniya Tirkiyê derbarê bombebarana Çiyayê Asosê daxuyanî da

02-10-2022
Nîşan PKK PJAK YRK Çiyayê Asos Tirkiye Wezareta Berevaniya Tirkiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand ku di êrişa esmanî ya li ser Çiyayê Asosê de li sînorê navçeya Şarbajêr a Silêmaniyê 23 gerîlayên PKKyê caê xwe ji dest dane. Lê belê Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) baskê çekdarî yê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ku wek baskê PKKê li Rojhilatê Kurdistanê tê naskirin, ragihandiye ku di bombebaranê de ti ziyanên canî çênebûne.

Firokeyên şer ên Tirkiyê roja 26ê Îlona 2022an Çiyayê Asos li sînorê nahyeya Mawet a ser bi qezaya Şarbajêr a parêzgeha Silêmaniyê ve bi dijwarî bombebaran kiribûn.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê îro Yekşembê 2ê Cotmehê derbarê bombebarana Çiyayê Asosê de daxuyaniyek li ser hesaba xwe ya twiterê weşand û ragihand, di wê êrîşa esmanî de 23 gerîlayên PKKê hatine kuştin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, “tê çaverêkirin ku hejmara kuştiyan zêdetir bibe.”

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar roja 29ê Îlonê ragihandibû, di êrîşa li ser Çiyayê Asosê de firokeyên wan 140 kîlometran derbasî nav axa Iraqê bûne û 16 pêgeh kirine armanc.

Ajansa fermî ya dewleta Tirkiyê jî ragihandiye, di êrîşa ser Çiyayê Asosê de, ji bilî firokeyên cengî, firokeyên tankerên sotemeniyê, firokeyên çavdêriyê û komkirina zanyariyan û dron jî hatine bikaranîn.

Daxuyaniya YRKê derbarê bombebarana Çiyayê Asosê de

Baskê çekdarî yê PJAKê ku baskê PKKê yê li Rojhilatê Kurdistanê ye, YRK roja 27ê Îlonê derbarê bombebarana Çiyayê Asos a roja 26ê Îlona 2022an de daxuyaniyek weşandiye.

YRKê gotiye, roja 26ê Îlona 2022 saet di navbera 10:00 ta 17:00 du dron li ser Çiyayê Asosê û derdora wê firiyane, û di navbera saet 15:00 ta 16:00 de firokeyên cengî yên Tirkiyê 15 caran herêm bombebaran kirin.

Di daxuyaniya xwe de YRK destnîşan kiriye, “di wê êrîşê de ti zirar negihîşt hêzên me.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst