Balyozê Tirkiyê: Di derbarê birrîna daran de zanyariyên şaş hatine belavkirin

02-06-2021
RÛDAW
Nîşan Kurdistan Birîna Daran Tirkiye Ali Riza Guney Parlamentoya Iraqê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Balyozê Tirkiyê yê li Iraqê piştî ku li ser mijara birrîna darên Herêma Kurdistanê ji aliyê artêşa wî welatî ve, bo parlamentoya Iraqê hat vexwandin, di daxuyaniyekê de ragihand, “di derbarê birrîna daran de gelek zanyariyên şaş hatine belavkirin.”

Parlamentoya Iraqê îro li ser birîna daran bang li Balyozê Tirkiyê yê li Iraqê, Ali Riza Guney kir. Li ser vê bangkirinê, Balyozê Tirkiyê li parlamentoya Iraqê amade bû û bi Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê, Beşîr Hedad re hevdîtin pêk anî.

Balyozê Tirkiyê yê li Bexdayê Ali Riza Guney di derbarê civîna xwe ya li gel Dr. Beşîr Hedad de ji Rûdawê re axivî û ragihand ku wî li gel Beşîr Hedad behsa mijara birrîna daran, pirsgirêka avê û peywendiyên dualî kiriye.

Ali Riza Guney got: “Me ji birêz cîgirê serokê parlemenê re jî got ku di derbarê birîna daran de gelek zanyariyên şaş têne belavkirin. Di derbarê pirsa avê de jî ka em dikarin çawa bi awayekî demdirêj kar bikin, me li ser vê jî axivî.”

Guney diyar jî kir ku Tirkiye aramî û istiqrara Iraqê wek aramî û istiqrara xwe dibîne, lewra başbûna rewşa Iraqê tê wateya başbûna rewşa Tirkiyê jî.

Ali Riza Guney got: “Di civîna îro ya li gel birêz cîgirê serokê parlamentoyê de, me çendîn mijar gotûbêj kirin. Me tekezî li ser wê yekê kir ku ewlekarî û aramiya Tirkiyê, li gel ewlekarî û aramiya li Iraqê bi awayekî rasterast bi hev ve girêdayî ne. Li gel Iraqê, di derbarê rojevên me yên hevbeş de, ku me hewla berdewamiyê li cem Iraqê dîtiye, ez keyfxweş bûm.”

Balyozê Tirkiyê yê li Iraqê destnîşan jî kir, di hevdîtina li gel aliyê Iraqî de,  tekezî li ser zêdetir pêşdebirina peywendiyên dualî jî hate kirin.

Beşîr Hedad jî piştî civînê ji Rûdawê re da xuyakirin, ku di civînê de wan rewşa herdu welatan û çavkaniyên xwezayî yên herdû welatan û herwiha warên bazirganiyê yên di navbera Iraq û Tirkiyê de gotûbêj kirine.

Hedad diyar kir, herwiha di civînê de behsa “çareserkirina kirîza avê ya ku ev demeke bûye pirsgirêk û derbasbûna Artêşa Tirkiyê bo nava axa Herêma Kurdistanê” jî hat kirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst