Tirkiyê li Rojava dest bi avakirina xalên kontrolê kiriye

01-12-2019
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Rojavayê Kurdistanê YPG Çarenivîsa Rojava
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand, artêşa wî welatî li navçeya aram a li ser axa Rojavayê Kurdistanê, rêbend û xalên kontrolê ava dike.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê li ser twîttera xwe ragihandiye, ji ber teqînan û bi armanca rêgirtin ji êrîşên terîstî, artêşa wî welatî li “navçeya aram” a li Rojavayê Kurditsanê, dest bi avakirina “rêbend û xalên kontrolê” li ser rêyan kiriye.

Li gor vê wezaretê, avakirina van xalên kontrolê li ser rêyan “ji bo parastina xelkê û aramî û îstiqrara herêmê ji teqînan e” û tekezî li wê yekê hatiye kirin, ku ji bo parastina aramiya navçeyê û xelkê wê, ew dê hemû rêkaran pêk bînin.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê, YPG bi encamdana teqînên li navçeyê tometbar kiriye, îddiaya ku YPG bi berdewamî red kiriye.

Tirkiyê di roja 9ê Cotmeha 2019an de êrîşî ser Rojavayê Kurdistanê kir û herdu bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê û bi dehan gundên derdora wan bajaran xistine jêr kontrola xwe.

Tirkiyê ragihadibû, ku bi armanca avakirina navçeya aram li ser sînorê xwe yê bi Sûriyê re, operasyona xwe ya bi navê “Kaniya Aştiyê” dest pê kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst