Hewlêr (Rûdaw) - Hûsiyên Yemenê, gefa encamdana êrîşên zêdetir li ser Îmaratê dikin.
Serê sibeha roja Duşemê, Îmaratê bersiva mûşekeke Hûsiyan da. Êrîş di demekê de bû, ku Ishaq Hêrzok, weke yekemîn serokê Israîlê, serdana Îmaratê kir. Hûsiyên Yemenê, gefa encamdana êrîşên bêhtir li ser Îmaratê dikin.
Berdevkê Serbazî yê Hûsiyên Yemenê gefan li Îmaratê dixwe ku bi sedema pêwendiyên wê ligel Îsraîlê, ew dê bêhtir wî welatî bikin armanc.
Yehya Serî’I, Berdevkê serbazî yê Yemenê got, “Hêzên çekdar ên Yemenê piştrast dikin ku heta darûdestên Îsraîla dijmin li Ebû Zebî û Dubey dijminkariyê li dijî welatê me yê hêja bikin, welatê Îmarat ê dijmin neseqamgîr dimîne.”
Hûsiyên Yemenê ku ji aliyê Îrana neyara sersext a Îsraîlê ve piştgiriya wan tê kirin, di dema sê heftiyên bihorî de, sê caran êrîşî ser Îmaratê kirine, ku ji sala 2020an ve pêwendiyên xwe ligel Îsraîlê asayî kirine.
Şazadeyê cînişînê Ebû Zebî spasiya serokê Israîlê kir, li beramber helwesta Israîlê li dijî êrîşên dron û mûşekên Hûsiyan.
Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehyan, Şahzadeyê cînişînê Ebû Zebî ragihand, “Ew helwestek e ku nerîna hevbeşên me, derbarê gefên li ser asayiş û aştiya herêmê nîşan dide, bi taybetî jî ewên ku ji aliyê milîs û hêzên terorîst ve têne kirin.”
Hevdem ligel serdana serokê Israîlê bo Îmarat û êrîşa mûşekî ya Hûsiyan li ser wî welatî, Wezareta Derve ya Îranê haydariyê dide welatên Ereb, xwe ji asayîkirina pêwendiyan ligel Israîlê dûr bixin.
Seîd Xetîbzade, Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê got, “Hinek welat, ku bi rêya asayîkirinê diçine xwarê û bi wî awayî alîkariya rejîmê dikin, ji bo ku kêşeyên bêhtir dirust bikin, pêwîst e agahdarî wê yekê bin ku, yekemîn qurbaniyên siruşta dijiminkar, firehxwaz û bêserûberkar ev rejîm e, her ew in ku îro li ser rêbaza asayîkirina pêwendiyan gavan davêjin.”
Zêdebûna êrîşên Hûsiyan li ser Îmaratê, herwiha hevdem in ligel birêveçûna gotûbêjên Vyênnayê ji bo aktîvkirina Rêkeftina Etomî ya navbera Îran û zilhêzên cîhanê, ku heta niha Tehran dibêje, daxwazên wê nehatine cîbicîkirin.
Êrîş herwiha piştî wê yekê tên ku di çend heftiyên bihorî de, Lîwaya Emalîqe li Yemenê, bi piştgiriya Îmaratê rûberekî berfireh ji destê Hûsiyan derxistiye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse