Rêberên geştyaran Cizîra Botan didin naskirin

28-11-2022
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Cizîra Botan Rêberên Geştiyaran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Cizîra Botan a ser bi parêzgeha Şirnexa Bakurê Kurdistanê ve rêzan û rêberên Odeyên Geştyariyê ji gelek bajarên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hatine vî bajarî û li cihên dîrokê digerin, bo vî bajarî nas bikin daku bi geştyaran bidin nasîn.

Nûnerên Odeyên Geştyariyê, ji Wanê dest bi geşta xwe kirin û ji wir derbasî Colemêrg, Çelê, Gever, Şemzînan û Şirnexê bûne û niha jî li Cizîra Botan in.

Serokê Odeya Geştyariyê yê Dîlokê Mehmet Severoglu got "Ev geşta me taybet e bo perwerdeya rêzan û rêberên geştyariyê. Cizîr yek ji cihên herî giringe, xwedî çandeke pirreng e. Ez berê jî hatibûm, lê piraniya hevalên me cara yekê ye tên. Cizîr bê dengbêjî nabe, ji ber ya ku bi awayek devkî temsîla çanda vir dike dengbêjiye û divê her kesê tê Cizîrê were mala dengbêjan bibîne."

Ew li cihên dîrokî yên vî bajarî yên wek Birca Belek, Mizgefta Sor, Tirba Mem û Zîn û derdora Çemê Dîcle geriyan, rawestgeha wan ya herî dawî jî Mala Dengbêjan bûye.

Dengbêjên Cizîrê wan stranên ku her yek ji wan destaneke xwe ya dîrokî heye ji van geştyaran re dibêjin.

Endama Odeya Geştyariyê ya Stenbolê Arzu Ortaç dibêje "Mirovên vir gelekî taybet in û germ in. Xwezaya vir gelekî xweşike bi gotinan nayê pesindan. Li vir hemû çand bi hevre dijîn, bi hezaran sal ol, ziman û çandên cuda bi hevre jiyan kirine gelekî taybet e. Herî dawî em hatin vir me li dengbêjiyê guhdar kir, di strana yekê de min dixwest rabin govendê bigrin."

Cizîra Botan bi dîroka xwe ya kevnar yek ji cihên giring yê geştyariyê ye li Bakurê Kurdistanê. Her wiha bajareke kevin yê vê navçeyêye ku mazûvaniya gelek şaristaniyan kiriye. Salane bi hezaran geştyar serdana wê dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst