STENBOL - Fatîmaya ji Makuyê li hêviya lingên protez e

24-12-2023
Rawîn Stêrk
Fatîma astengdar e û ji zaroktiyê ve lingên xwe ji dest dane
Fatîma astengdar e û ji zaroktiyê ve lingên xwe ji dest dane
Nîşan Fatîma Rojhilatê Kurdistanê Stenbol Lingên Protez
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fatîma ji bajarê Makuyê yê Rojhilatê Kurdistanê ye û ew 28 salî ye û her du lingên wê nînin.

8 xwişkên Fatîmayê hene û birayên wan nîn in, ew tevî dayik û bav dibin 11 kes lê bi tenê bavê wan dixebite.

Fatîmaya ku ji Makuyê ye niha li Stenbolê dijî.

Fatîma bi awayê her du destên wê nerast û lingên wê nînin ji dayik dibe.

Fatîmaya ku ji ber astengiyên xwe nikariye biçe dibistanê, bi awayekî fêrî xwendin û nivîsandinê bûye, piştre jî xwendin temam kiriye û bûye hesabdar.

Fatîma ji ber nebûna lingan jiyaneke zehmet dijî û hêvî û xewna wê ew e ku 2 lingên protez peyda bike û li ser wan raweste.

Ew ji bo lingên protez li Îranê diçe gelek nexweşxaneyan lê negihîştiye encameke ku karibe bimeşe.

Niha Fatîma bi saya xêrxwazan çûye Stenbolê û li vir ji bo ku lingên protez ji xwe re bide çêkirin tedawî dibe.

Derfetên malbata wê nînin û ew jî hawara xwe digihîne xêrxwazan ku alîkariya wê bikin.

Heta Stenbolê jî bi alîkariya xelkê hatiye û niha li mala malbateke Wanî mêvan e.

Ji bo ku protez ji wê re bêne çêkirin divê bi qasî du mehan li Stenbolê bimîne û tedawiya wê bê kirin.

Pereyekî zêde ji bo protezên taybet pêwîst in lê ewqas pereyên Fatîmayê nîne.

Eger xelk alîkariya wê bike Fatîma dê piştî 28 salan rabe ser xwe û karibe bimeşe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst