Emel gihişt Brîtanyayê

24-10-2021
Mihemed Ibrahîm
Wêne: EPA
Wêne: EPA
Nîşan Emel Zarok Koçber Jude Law Good Chance Theatre Kevin Fitzmaurice
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Emel ango Hêvî, ew bûka lîstokî ku çîroka zarokeke Sûrî ya penaber vediguhêze, piştî nêzîkî 3 mehan ji geşta xwe, gihişt bendera Folkestone ya Brîtanyayê, bi vî awayî ew nêzîkî dawiya geşta xwe dibe.

Emel li gelek dewletên Ewropayê geriya daku peyama zarokên Sûrî yên koçber bigihîne wan welatan. Li Brîtanyayê ew ji aliyê ekterê navdar ê Brîtanî Jude Law ve hat pêşwazîkirin.

Jude Law, Akterê Brîtanî, dibêje, “Bi awayekî wiha ciwan, wan karîbû xelkê agahdar bikin derbarê ew kesên ku li ser heman rêya Emel hatibûn. Ez hatime vir daku pişgiriya wan kesan bikim û cihê şanaziyê ye bo min ku ez yek ji wan kesên pêşiyê bûm min pêşwazî li wê kir li Brîtanya, li welatê xwe.”

Emel ku dirêjahiya wê 3.5 metre ne, ji bajarê Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê bi rêketibû.

Good Chance Theatre an  `Şanoya Derfeta Baş` di bin navê "Çûna bi Pêyan" bi vê çalakiyê rabûye û berpirsekî vê çalakiyê dibêje, Emel peyama hezaran zarokên koçber li seranserî cîhanê belav dike.

Kevin Fitzmaurice, Berpirsê Cîbicîkar ê Çalakiyê, dibêje, “Bi nerîna min ev çalakî gelekî giring e, ji ber ku bi hezaran zarok û xort hene wek Emel, dinava Ewropayê re derbas dibin li malekê bo xwe  digerin, li ewlehiyê digerin, gelekî giring e ku di rewşeke wiha zehmet de Cîhan wan kesan ji bîr neke.”

Emel ji bajarê Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê di 27ê Tîrmehê de, li nêzîkî sînorê Sûriyê dest bi gera xwe kir, di Yunan,Îtalya,Beljîka, Fransa, Siwîsra û Almanyayê re derbas bû, li 65 bajaran geriya û dawiyê ewê li Manchester a Brçtanyayê dawiyê bi geşta xwe bîne, ku tê pêşbînîkirin di Mijdarê de bighe wir.

Di gera xwe de ji destpêkê ta dawiyê, Emel 8 hezar kîlometreyan dibire û berî bigihije Manchesterê ew dê serdana bajarên Canterbury, London, Oxford, Coventry û Birmingham yên Brîtanyayê bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst