Mêşvanê ji Wanê dixwaze bikeve Pirtûka Rekoran a Guînnessê

23-07-2023
RÛDAW
Nîşan Abdulvahap Semoy Mêşvan Pirtûka Rekoran a Guînnessê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Abdulvahap Semoy ê li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê 30 sal e mêşvaneniyê dike, ji bo balê bikişîne ser hingivê xwezayî û bikeve Pirtûka Rekoran a Guînnessê bi sedhezaran mêşhingiv li ser xwe kom kirin.

Mêşvan Abdulvahap Semoy gava li ser înternetê derbarê mêşvaniyê de lêkolîn dikir rastî "rekora komkirina mêşan" a Guînnessê hatiye û ji wê rojê pê ve ye dixwaze di vî warî de rekorê bi dest bixe.

Abdulvahap Semoy ku dest bi ceribandinan kir, di sala 2020an de 49 kîlogram mêşhingiv li ser xwe kom kirin û rekora xwe bi dest xist.

Semoy di ceribandina xwe ya dawîn de 60 kîlogram mêşhingiv kom kir û dixwaze rekora 63 kîlogram a li Çînê çêbûye, derbas bike.

Bi gotina Semoy berê jî gelek caran ceribandiye, lê niha ji ber ku mêşhingivan pê ve dane zehmet bûye.

Mêşvan Abdulvahap Semoy

Semo got ku rekora li Çînê ye dê rojekê bîne Wanê û wiha pê de çû: "Armanca min ew e ku ez bigihêjim 65 kîloyî ku plaqeya Wanê ye jî. Ev rekor bi tenê bi xebata min nabe. Eger piştgiriyê bidin min ez dê wê rekorê bi dest bixim û hindik ma jê re. Niha bi tenê xwîşk û birayên min û zarokên min alîkariya min dikin. Armanca min ew e ku ez bi awayekî profesyonel amadehiyên xwe bikim û hingivê Wanê bi çar aliyê dinyayê bidim nasîn. Ez zanim ku vî karê ez dikim gelekî bi talûke ye û di dema ceribandinê de mozan bi lêv, çav û gelek derên min ve dan. Lê ez hîn bûme û êdî zêde tesîrê nake. Min ev ji xwe re kiriye hedef û înşallah ez dê rojekê bi ser kevim."

Mêşvan Abdulvahap Semoy

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst