Hewlêr (Rûdaw) - Şandeyên bazirganiyê yên Nashville û Hewlêrê civiyan û her du aliyan tekezî li ser pêşxistina pêwendiyên bazirganiyê kir.
Ev çend roj in, şandeyeke bazirganiyê ya Hewlêrê li bajarê Nashvilleyê yê eyaleta Tennesseyê ya Amerîkayê ye.
Armanca şandeyê ya ji serdanê, pêşxistina pêwendiyên bazirganiyê yên di navbera her du bajaran de ye.
Meclîsa Bajarê Nashvilleyê ya eyaleta Tennessee ya Amerîkayê, Hewlêr wekî bajarê destexwişk pesend kiriye.
Nashville wekî “Kurdistana Biçûk” tê naskirin
Ji ber ku hejmarke zêde ya Kurdan li wî bajarê Amerîkayê dijîn, Nashville wekî “Kurdistana Biçûk” tê naskirin.
Li gorî şaredarê wî bajarî, hejmara Kurdên li wê derê 25 hezar e.
Serokê Odeya Bazirganiyê ya Nashvilleyê ji Rûdawê re got, ew dixwazin pêwendiyên bazirganiyê bi Hewlêrê pêş bixin.
Pêwendiyên aborî tên bihêzkirin
Serokê Odeya Bazirganiyê ya Nashvilleyê Ralph Schulz got:
“Nêzîkî 150 kesî li vir hene û wan dest bi karê bazirganiyê kiriye, ji ber wê dikarin pêwendiyên di navbera Kurdên li vir û li Hewlêrê de ava bikin.
Lê her tiştek pêwendî bi pîşesaziya otomobîlan ve hebe yan pêwendî bi pêşketina teknelojiyê ve hebe yan karê lojistîk, veguhestina kelûpel û berheman, ev hemû dihêlin ku pêwendiyên bazirganiyê yên baş bi Nashvilleyê bên avakirin.”
Rêveberên Nashvilleyê ji bilî berfirehkirina pêwendiyên bazirganiyê yên bi Hewlêrê re, kompanyayên Amerîkayî jî teşwîq dike ku li Herêma Kurdistanê veberhênanê bikin.
Şandeya Hewlêrê jî dixwaze bala kompanyayên Amerîkayê yên ku dixwazin ji bilî sektora petrolê bixebitin bikişîne.
Parêzgarê Hewlêrê Umîd Xoşnaw jî diyar kir ku ji bo avakirina pêwendiyan di navbera her du odeyên bazirganiyê de ew niha di qonaxeke destpêkê de ne û got:
“Di dawiyê de, karsazên me dê vê pêwendiyê bihêz bikin. Em hêvî dikin ku karsaz û kompanyayên me dê derfetê bibînin ku li vir bixebitin.
Nûnerên hêja yên beşdarî vê civînê jî bal kişand ser xaleke gelekî girîng.
Wan bal kişand ser hêza me ya kar. Ev hevkarî dê karibe kêmasiyên her du aliyan temam bike.”
“Nashville bûye mala hejmareke zêde ya revenda Kurdî”
Alîkara Serokê Odeya Bazirganiyê ya Nashvilleyê Lori Oda jî got:
“Gelekî hez dikim bibînim ku ew pêwendiyên bazirganiyê geş bibin. Demeke dirêje ku Nashville bûye mala hejmareke zêde ya revenda Kurdî.
Ji ber wê dibe ku niha hin pêwendiyên bazirganiyê yên biçûk hebin ku bandora wan li ser aboriya me hebe.
Em dixwazin zanibin ku ji bo kompanyayên Nashvilleyê li Hewlêrê çi derfet hene.
Bi heman awayî em dixwazin zanibin ji bo kompanyayayên Hewlêrê yên ku dixwazin werin li Amerîkayê bazirganiyê bikin li Nashvilleyê çi derfet hene.”
Bi gotina berpirsên Nashville û Hewlêrê derfetên karsaziyê yên mezin ji bo her du bajaran jî hene.
Herwiha ew dibêjin dê paşerojê ji bazirganan re hêsankariyan bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse