Lara Homer Dizeyî nûtirîn dîzaynên xwe pêşkeşî Jîna Emînî kir

17-10-2022
RÛDAW
Nîşan Jîna Emînî Lara Homer Dizeyi
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Dîzaynera navdar a Kurd Lara Homer Dizeyî got ku ew koleksiyona xwe ya herî dawî ya bi navê "Agir"  pêşkeşî xwepêşandarên li Îranû Rojhilatê Kurdistanê bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” tevlî çalakiyan bûne û keça Kurd Jîna Emînî dike.

Lara Homer Dizeyî ji Rûdawê re diyar kir ku çarem beşa dîzayna koleksîyona ku ji 12 dîzaynan pêk tê, pêşkeşî  pêşkeşî xwepêşandarên li Îranû Rojhilatê Kurdistanê bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” tevlî çalakiyan bûne û keça Kurd Jîna Emînî dike.

Lara Homer da zanîn ku wê dîzaynên xwe “Bûka Şax, Nazdar Heyran, Sebra Dila û Jin Jiyan Azadî” binav kirine.

Dîzaynera Kurd dîmenên dîzaynên xwe yên herî dawî li Çiyayê Sefîn ê Hewlêrê tomar kiriye û çend modelên Kurd û biyarnî tê de beşdar bûne.

Lara Homer Dizeyî dîmenên koleksiyna xwe ya bi navê “Xewn” jî di Gulana 2022yan de li Kelha Hewlêrê tomar kiribû.

Dizeyî da zanîn ku ji bo danasîna cilûbergên Kurdî li cîhanê wê dest bi projeyek wiha kiriye.

Lara Homer Dizeyî ku keça hunermendê navdar Omer Dizeyî ye,  paytexta Avusturya bajarê Viyana ji dayik bû, li Amerîkayê mezin bûye. Li Zanîngeha George Mason beşa peywendiyên navneteweyî qedandiye.

Dîzaynera modayê ku niha li Hewlêrê dijî, ji aliyekê ve di warê pîşesaziya neft û gazê de kar dike û ji aliyekê ve cilûbergên Kurdî yên klasîk û nûjen dîzayn dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst