Li Kolombiya darên 100 salî tên birîn

10-12-2021
Mihemed Ibrahîm
Tevî ku hatiye qedexekirin, birîna darên ku temenê wan ji 100 salan zêdetir e tên birîn
Tevî ku hatiye qedexekirin, birîna darên ku temenê wan ji 100 salan zêdetir e tên birîn
Nîşan Kolombiya Dar Amazon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Darên li aristanên Amazonê yên li navçeya Guaviareya Kolombiyayê, ku temenê wan bêhtir ji sed salan e, di dema çend xulekan de bi rêya elektrîkê tên birîn, daku li cihê wan koka bê çandin.

Kesên ku daran dibirin li vir, ji ber pirsgirêkên ewlekarî naxwazin navê xwe eşkere bikin, lê ew dibêjin, jiyana wan li ser çandina kokayê ye, ku madeya kokayîn a hişbir jê tê çêkirin û bi nirxekî buha tê firotin.

Cotkarek ji Kolombiyayê, dibêje, “Niha sûd ji  çandina Koka  heye, tenê bi vî awayî her meh pere bi dest me dikevin û em dikarin malbatên xwe xwedî bikin.”

Di 2016an de rêkeftina aştiyê dinavbera grûpên çekdar (FARC ) û hikûmeta Kolombiyayê de hat îmze kirin û ew çekdarên ku  wê demê li nava Daristanên Amazonê diman û ew dever wek navçeyeke  qedexe ragihandibûn, çekên xwe radest kirin û ji wir vekşiyan, vê yekê jî rê li pêşiya weberhêneran vekir ku dest deynin ser zeviyan, daran bibirin û kokayê biçînin.

Albeiro Pachón, Jîngehparêz, dibêje, “Birîna daran karê mafiayê ye, ji aliyê kesên xwecihî ve tê kirin,  jiber ku dahateke aborî ya baş bidest wan  dikeve.”

Tevî ku hikûmeta Kolombiyayê birîna daran qedexe kiriye, lê ji ber rûberê wê yê  berfireh û dûrbûna wê, polîs nikarin vê yekê kontrol bikin, herwiha dibêjin ku ji 2019an ve û heta niha wan 96 kes ji ber birîna daran desteser kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst