Apple çar Iphoneên nû ragihand

09-09-2022
RÛDAW
Apple çar iphonên nû ragihand
Apple çar iphonên nû ragihand
Nîşan Apple iPhone 14
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Pêşveçûna teknolojiyê her berdewam e, Apple yek ji kompanyayên teknolojiyê ye û niha jî daneyeke nû ya iphone 14 derxistiye ku dikare rasterast bi satalaytan ve were girêdan û di dema  rûdanên hatûçûnê de, aliyên peywendîdar agahdar bike.

Taybetmendiyeke girîng a vê rêza iphonean jî nehiştina Simkartê ye bo wan Iphonên ku bo Amerîkayê hatibûn çêkirin û hemû bi e-sim kar dikin.

iphonên 14 xizmetguzariya peywendiyên satalaytê tê de ye ku rê dide bikarhêner, li naverasta çol û deryayan û li ser çiyayên bilind yan her cihekî ku birca peywendiyê li wir nebin, bi rêya heyva destçêkirî kurtnameya hawarçûnê bişîne ku aliyên peywendîdar bibînin.

Apple piştî kompanya Wawe ya Çînî duyemîn kompanya ye ku vê xizmetguzariyê bo amûran berdest kiriye.

Hestkirina bi bûyera çûn û hatinê yek ji taybetmendiyên rêze iphonea 14 ye ku di ti telefoneke din de ne li ber dest e. Her demekê ku bikarhêner rûbirûyê bûyera çûn û hatinê bibe, iphone 14 hest pê dike û peywendiyê bi tîmên hawarçûnê re dike.

iphone 14 ya ku qebareya ekrana 6.1 inch e, nirxê wê ji 799 dolaran dest pê dike. iphone 14 Plus jî bi qebareya 6.7 inch e û nirxê wê ji 899 dolaran dest pê dike. iphone 14 û 14 Plus bi pênc rengan li ber dest in. iphona 14 Pro û iphone 14 Pro Max xwedî taybetmendiyên herî zêde ne.

Rêveberê Cîbicîkar ê Apple Tim Cook li ser rêza iphonea 14 anî ziman, “iphone 14 Pro û iphone 14 Pro Max iphoneên herî baş in ku heta niha me ew çêkirine. Ev jî bi danîna rêyeke nû bo sûdwergirtina ji iphone ye, her wiha Chipi A16 ku pêşenga pîşesaziya wê ye, ekrana herdem pê ve ye, kameraya bihêz xwedî teknolojya nû.”

Dahênanên herî girîng ên Appleê di van her du iphonean de kom bûne ku tenê di qebareya ekranê de ji hev cuda ne.

Di her du iphoneên Pro de, lakêşa reş ya aliyê kameraya pêşiyê ku jêre tê gotin noç, hatiye rakirin û hatiye guhertin bo taymendiyekê ku Apple nav lêkiriye Girava Daynemî ku ew bi xwe di şaşeyeke biçûk de tê dîtin, bikarhêner dikare di rê de kontrola sepanên din bike bêyî ku pêwîst bike ji sepanên din derkeve, her wiha dikare ji wir agahnameyan bixwîne.

Her wiha iphone 14 Pro û 14 Pro Max wek yekemîn amûra mobil e ku Chipi A16 bo wan hatiye danîn ku lezbûneke zêde daye vê amûrê.

Rêveberê Beşa Kalîteya Wêneya Kamerayê li Apple Caron Thor got, “iphone bi kalîteya herî bilind vîdeo  di pîşesaziya xwe de pêşeng e û baştirîn taybetmendî dijî lerzînê heye. Niha moodekê pêşketîtir ê dijî lerzînê heye ku amûrekî bihêz dide bikarhêneran di dema tomarkirina satan dema livînê de.”

Hemû iphonên 14 bijardeya kêmkirina lerzînê di wan de heye ku wiha dike di dema livînê de vîdeo zelaltir û cîgirtir tomar bike.

iphone 14 Pro û 14 Pro Max bi 4 rengan berdest dibe: Nirxê iphone 14 Pro ji 999 dolaran û Pro Max jî ji 1099 dolaran dest pê dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst