Hevseroka DEM Partiyê: Helwesta Selahattîn Demîrtaş serhildanek e

31-12-2023
RÛDAW
Nîşan Selahattîn Demîrtaş Tahir Demîrtaş Tulay Hatîmogullari
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş beşdarî merasîma cenazeyê bavê xwe nebû.

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê li ser biryara Demîrtaş got, “Em dikarin vê wekî serhildana li hemberî bêhiqûqiyê binirxînin.”

Bavê hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş ku ji Çiriya Pêşîna 2016an ve li Girtîgeha Tîpa Fyê ya Edîrneyê girtî ye koça dawî kir.

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogullari, parlamenterên DEM Partiyê Serhat Eren, Adalet Kaya, Sevîlay Çelenk, Salîha Aydenîz, parlamenterê CHPyê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu û parêzerên Baroya Amedê beşdarî merasîma definkirina cenazeyê Tahîr Demîrtaş bûn.

Li gorî agahiyên nûçegihanê Rûdawê, Selahattîn Demîrtaş beşdarî merasîma definkirina cenazeyê bavê xwe nabe.

Hatîmogullari li ser biryara Demîrtaş got:

“Di serî de serê Selahattin Demîrtaş û malbata wî sax be. Em gelekî xemgîn in.

Gelek hevalên me bi awayekî neyasayî bi dozeke kompasê di girtîgehê de ne. Mixabin hevalên me di vê pêvajoyê de gelek kesên nêzîkî xwe ji dest didin. Ji ber ku girtina wan neyasayî ne nikarin xatir ji heskiriyên xwe bixwazin.

Ev şkence û zilm e. Ev bi serê serok Gulten û serok Fîgen de jî hat.

Em vê zilmê qebûl nakin. Pêwîst e demlidest dawî li vê zilmê were.

Em dikarin vê helwesta Demîrtaş wekî serhildanekê li dijî vê ne yasayîbûnê û zilmê jî bibînin.”

DEM Partiyê daxuyanî da

Navenda Ragihandinê ya DEM Partiyê têkildarî wefata Tahîr Demîrtaş daxuyanî da:

“Dê cenazeyê bavê Hevserokê berê yê HDPyê Tahîr Demîrtaş li goristana Deriyê Mêrdînê were definkirin.

Dê taziye li mala Taziyeyê ya Lîcêyiyan were danîn.

Dê Demîrtaş beşdarî merasîma definkirinê nebe.

Damîrtaş da zanîn ku dixwaze şîna xwe li hucreya xwe ya li girtîgehê bigire û di vê mijarê de dê ti daxwazê wî çênebin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst