Demîrtaş ji bo bavê xwe peyamek belav kir: Dilê me ji vê hucreyê mezintir e

31-12-2023
RÛDAW
Nîşan Selahattîn Demîrtaş Tahir Demîrtaş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetmedarê Kurd û hevserokê berê yê HDPyê Selahattin Demirtaş li ser şîna bavê xwe peyamek belav kir û ragihand, “Meraq meke bavo, dilê me ji vê hucreyê mezintir e.”

Bavê Selahattîn Demirtaş Tahir Demîrtaş ê ku pêştir krîza dil kiribû û li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê ya Amedê dihat dermankirin îro koça dawî kir.

Tahir Demîrtaş bi beşdariya siyasetmedarên Kurd û qelebalixiyeke zêde li Goristana Deriyê Mêrdînê ya Amedê hat veşartin.

Selahattîn Demîrtaş ji bo beşdariya veşartina bavê xwe serî li Wezareta Dadê neda û wekî helwêstekê biryar da beşdar nebe.

Demirtaş bi rêya parêzerên xwe peyamak belav kir û spasiya wan kesan kir ku beşdarî şîna wan bûn û êşa wan parve kirin.

Demirtaş got: “Meraq meke bavo, dilê me ji vê hucreyê mezintir e. Heqê xwe helal bike.

Hezar carî destên te yên cedewî û kedkar maç dikim. Cihê te bihuşt be.

Ez spas û slavên xwe pêşkêşî wan hemû kesan dikim ku sersaxiya xwe pêşkêş kir û bûn şirîkên êşa me."

Selahattin Demirtaş’ın kamuoyuna mesajı:

Merak etme baba, yüreğimiz bu hücreden büyüktür. Hakkını helal et, nasırlı emekçi ellerinden bin defa öpüyorum. Mekanın cennet olsun.

Taziyelerini ileten, acımızı paylaşan herkese teşekkür ve selamlarımı iletiyorum. pic.twitter.com/kf6wiUKnYp

— DEM Parti (@DEMGenelMerkezi) December 31, 2023

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst