AMÊDÎ: Firokeyên Tirkiyê deverê bombebaran dikin

31-07-2019
RÛDAW
Nîşan Kurdistan Amêdî Tirkiye PKK Bombebaran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Firokeyên Tirkiyê sînorê navçeya Amêdiyê bombebaran dikin û li gor zanyariyan, bombebarana deverê heta niha jî berdewam e.

 

Firokeyên şer ên Tirkiyê îro Çarşemê careke din dest bi bombebarankirina sînorê qezaya Amêdiyê li parêzgeha Duhokê kirin.

 

Peyamnêrê Rûdawê ragihand, firokeyên Tirkiyê gundê Belavê li devera Nihêlê ya ser bi bajarokê Dêrelûkê ve bombebaran kirine.

 

Li gor zanyariyên Rûdawê, bombebarana derdora gundê Belavê heta niha jî didome.

 

Bajarokê Dêrelûkê ser bi qezaya Amêdiyê ve ye.


Qayimmeqamê Amêdiyê, Îsmaîl Mistefa ji Rûdawê re ragihand: “Firokeyên Tirkiyê, çiyayê Metîna li sînorê bajarokê Dêrelûkê bombebaran kirin, lê ti ziyanên canî nebûn.”

 

Îsmaîl Mistefa got, ji ber bombebaranê tirs ketiye dilê xelkê deverê.

 

Qayimmeqamê Amêdiyê destnîşan kir, ji ber berdewamiya bombebarana sînorê Amêdiyê ji aliyê firokeyên Tirkiyê ve, bi dehan welatiyên sivîl bi neçarî malên xwe vala kirine û li navenda Amêdiyê û qezayên din ên ser bi Duhokê ve nîştecih bûne.

 

Bi gotina Îsmaîl Mistefa, di maweya çend salên bihorî de ji ber bombebaranan, 160 gundên sînorê navçeya Amêdiyê ji akinciyan vala bûne xelkên wan gundan nikarin vegerin ser malên xwe.

 

Akinciyekî gundê Belavê ku ew gund îro ji aliyê firokeyên Tirkiyê ve hate bombebarankirin, ê bi navê Faîq Belaveyî ji Rûdawê re ragihand, “bombebaranê îro derdora saet 08:10an dest pê kir û firokeyan quntara Belave li Çiyayê Metîna ya ser bi devera Nihêlê bombebaran kirin.”

 

Li aliyekê din Encûmena Asayişa Niştimaniya Tirkiyê ku bi MGK tê naskirin, piştî civîna xw eya duh di daxuyaniyekê de ragihandiye, operasyonên Çeng 1 û Çeng 2 ên artêşa wî welatî li dijî PKKê bi awayekî serkeftî birêve diçin û tekezî li ser berdewambûna operasyonan kiriye.

 

MGKê di daxuyaniya xwe de bêyî ku navê Amerîka yan welatên ewropî bîne, rexne li alîkariyên ji bo PYDê û YPGê girtiye û gotiye, “Tirkiye rijd e li ser hewldana ji bo avakirina korîdorekê li bakur û rojhilatê Sûriyê”, ku bi “korîdora aştiyê” bi nav kiriye.

 

Ev yek di demekî de ye ku firokeyên şer ên Tirkiyê duh Sêşemê jî gundê Pîrozane yê girêdayî Amêdiyê bombebaran kiribûn.

 

Firokeyên Tirkiyê gelek caran bi hinceta hebûna binke û baregehên PKKê, deverên sînorî yên Başûrê Kurdistanê dikin armanc û di encama wan êrêşên esmanî de, heta niha çendîn welatiyên sivîl ên Herêma Kurdistanê bûne qurbanî.

 

Hikûmeta Herêma Kurdistanê û aliyên siyasî yên Kurdistanê heta niha çend caran daxwaz ji Tirkiyê û PKKê kirine, ku şerê xwe nehînin nav sînorê Heêrma Kurdistanê û zirarê negihînin welatiyên sivîl.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst