Kurdan li Kerkûkê di nava 6 salan de 138 postên îdarî û ewlekariyê ji dest dan

31-05-2023
RÛDAW
Kurdan li Kerkûkê di nava 6 salan de 138 postên îdarî û ewlekarî ji dest dan
Kurdan li Kerkûkê di nava 6 salan de 138 postên îdarî û ewlekarî ji dest dan
Nîşan Kerkûk Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di 6 salên borî de 138 postên îdarî û ewlekariyê yên Kerkûkê ji destê Kurdan hatine derxistin. PDK û YNK hev bi jidestdana postan tohmetbar dikin, herî dawî Evdilkerîm Ebdulmecîd ku weke rêveberê plansaziyê yê parêzgehê hatibû destnîşankirin, beriya çend rojan Erebek li ser posta hate danîn.

Ebdulkerîm Ebdulmecîd ê ku ji malbateke navdar a PDKê ye, ji aliyê rêveberiya Kerkûkê ve wek rêveberê plansaziya parêzgehê hatibû erkdarkirin lê herî dawî kesekî Ereb li şûna wî hat bicihkirin.

Şêniyê bajarê Kerkûkê Ebdulkerîm Ebdulmecîd ji Rûdawê re ragihand, “Bi fermana kargêr di 12ê Çileya 2013an de bi biryarnameyeke îdarî hatim erkdarkirin ku ez bibim Rêveberê Nivîsîngeha Plansaziya Parêzgeha Kerkûkê li ser Wezareta Şaredariyan. Tiştê balkêş ew e ku fermana xwe cibicî nekirin û ez hatim agahdarkirin ku rêveberekî ji neteweya Ereb li şûna min hatiye danîn.”

YNK li Kerkûkê nakokiyên siyasî, nebaşbûna peywendiyên li gel PDK û daxwaza pişkeke cuda ya Kurdan ji ji destdana postan tohmetbar dike û dibêje ti hêviyeke ji bo baştirkirina rewşê nîne.

Parlamenterê YNKê yê Parlamentoya Iraqê Sebah Hebîb got, “Sedema sereke ya zilma ku li me hatiye kirin, parçebûna nav mala Kurd e. Heta ku em wisa bin ew alî dê ji vê sûdê werbigirin û me bi vî awayî bihêlin. Eger em cuda serdana rêveberiya Kerkûkê bikin û cuda serdana aliyên din bikin. Aliyên siyasî dê ji vê nakokiyê sûdê werbigirin û biryarên wan dê li dijî me derkevin.”

Li Kerkûkê ti postên îdarî û ewlekarî yên PDKê nemane lê bi rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê hewlên xwe ji bo vegerandina beşeke postên Kurdistanê zêde kiriye.

Cigîrê Serokê Encûmena Serkirdayetiya Kerkûkê yê ji PDKê Mihemed Xurşîd jî got, “Hemû postên din ên ku Kurdan ji dest dane, sedema sereke xiyaneta 16ê Cotmehê ye. Li wan kesan pîroz be ku ji ber xiyaneta Kerkûkê post wergirtine lê PDK hewl dide mafên ji dest dane li Kerkûkê bi dest bixe, bi taybetî postê parêzgariya Kerkûkê.”

Tenê di vê mehê de 3 post, du li zanîngeha Kerkûkê û ya din jî di ofîsa plansaziyê de, ji Kurdan hatine standin û dane Ereban.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst