Beşek ji penaberên Kampa Berdereş dixwazin vegerin Rojava

31-05-2020
Eyûb Nisrî
Eyûb Nisrî
Hejmareke ji penaberên Rojavayê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê bo vegerê navê xwe tomar kirine
Hejmareke ji penaberên Rojavayê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê bo vegerê navê xwe tomar kirine
Nîşan Kampa Berdereş Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hejmara penaberên Rojavayê Kurdistanê yên ku hatine Herêma Kurdistanê, zêdetirî 249 hezar penaber e ku beşek ji wan ji sala 2019an ve li kampa Berdereş hatine bicihkirin.

Ji wê demê ve heya niha 850 penaber bi temamî vegeriyane, lê ji ber xweparastina ji vîrusa koronayê, ev nêzîkî 75 roja ye ku deriyê sînorî hatibû girtin. Piştî ku derî hat vekirin, 300 kesan li Kampa Berdereşê kaxezên xwe radestî kargêriya kampê kirine û dixwazin vegerin Rojavayê Kurdistanê.

Kempa Berdereş a penaberên Rojavayê Kurdistanê, ev heyama 8 mehan e hatiye avakirin, beşek ji penaberên wê kampê dixwazin vegerin Rojavayê Kurdistanê.

Koçberê bi navê Welat Hesên yek ji wan kesan e ku li Kampa Berdeş dimîne û dixwaze ligel malbata xwe vegerin bo mal û warê xwe.

Welat Hesen dibêje: “Em penaber bûn. Rastî me nedizanî rewş dê wiha bibe. Me digot Rojava dê bi temamî here. Ez xelkê, Dirbêsiyê me, niha li devere me rewş aram e, tiştek nîne. Em niha dixwazin vegerin, karê me heye. Mal û milkê me di xeterê de ye.

Civatên penaberên li Kampa Berdereşê piranî li ser vegeryana Rojavayê Kurdistanê ye û beşek ji penaberan bo vegerê serlêdanên xwe yên fermî kirine.

Koçberê bi navê Segvan Musî jî dibêje “Dema em hatin me digot devera me jî dê weke Serê Kaniyê wêran bibe, lê devera me weke xwe ma. Beşek ji me dixwazin vegerin.”

Li gorî amarên Jûra Qeyranan li Herêma Kurdistanê zêdetirî 249 hezar penaberên Rojavayê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê ne û ji wan nêzîkî 20 hezar di sala 2019an de penaber bûne ku 850 ji wan vegeryane.

Rêvebirê Kampa Berdereşê Bêwar Kerîm jî wiha axivî: “Penaber serbest in, kesê bixwazê dê li vir bimîne û kesê ku bixwaze here Rojavayê Kurdistanê jî dê bo çûnê navê xwe tomar bike û karûbarên xwe yên fermî bide destpêkirin. Herwiha ew serbest in çi ligel xwe jî bibin jibilî kon.”

Zêdetirî 300 kesên xelkê Kampa Berdereş navên xwe tomar kirine daku bi temamî vegerin Rojvayê Kurdistanê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst