Xortekî Kurd li Antalyayê kuştî û bi darê ve daliqandî hat dîtin

31-05-2020
Sîna Soma
Sîna Soma
Wêne: IHA
Wêne: IHA
Nîşan Kurd Antalya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Antalyayê ya Tirkiyê, termê xortekî Kurd ê 25 salî ku hatiye kuştin û bi darê ve hatiye daliqandin, hat dîtin.

Li gor zanyariyên ji ajansa Ihlas IHA ya Tirkiyê ve, termê wî xortê Kurd li navçeya Kepez a Antalyayê hatiye dîtin, ku li navenda qezayê bi darekê ve hatiye daliqandin.

Hatiye ragihandin ku navî wî xortê Kurd, Irfan Z ye û beriya 6 rojan bêserşûn bûye û li ser wê yekê jî malbata wî serlêdana polîs û hêzên ewlehiyê yên navçeyê kiribûn.

Li gor nûçeya IHAyê, piştî lêgerîn û lêkolînên polîsan, hêzên ewlehiyê îro termek li taxa Roj (guneş) a navçeya Kepez a Antalyayê dibînin, ku bi darekê ve daliqandî ye û ji ber serlêdanên wan ê berê, polîs malbata Kurd a ku li pey xortê xwe digeriya, agahdar dike.

Ji bo naskirina term, li ser agahdarkirina polîsan, jinbiraya Irfan diçe cihê bûyerê û ji kincên wî ve, endamê malbata xwe nas dike û bi peyvên Kurdî yên “Oy Dayê Oy Dayê”, şokbûn û nerihetiya xwe tîne ziman.

Li gor zanyariyan, xortê Kurd ê 25 salî, Irfan Z. ji bo kar çûbû Antalyayê, lê belê 6 rojan beriya niha winda bûbû.

Polîs ragihandiye, derbarê bûyerê de dest bi lêkolînê kirine.

Hêj sedema kuştina wî xortê Kurd û şêwaza kuştina wî nehtaiye zanîn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst