Li Şirnexê alozî: Polîsan êrişî dengdêrên DEM Partiyê kir

31-03-2024
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Şaredariyan Alozî DEM Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Şirnexê di navbera hêzên ewlehiyê û dendêrên DEM Partiyê de alozî derket.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê xelk îro ji bo hilbijartinên şaredariyan çû ser sindoqan.

Li Şirnexê piştî ku saet 16:00ê dengdana ji bo hilbijartina şaredariyê bi dawî bû hejmartina dengan dest pê kir.

Li gorî amarên destpêkê yên AAyê li Şirnexê ji sedî 97,42 a dengan hatine hejmartin.

Namzedê AK Partiyê Mehemt Yarka ji sedî 47,93an a dengan bi dest xistiye.

Herwiha li gorî amarên AAyê Namzedê DEM Partiyê Turan Saltan di rêza duyemîn de ye û wî ji sedî 40,61 a dengan wergirtiye.

Serokê Şaxa Şirnexê yê DEM Partiyê Abdullah Gungen li gel hinek berpirs û dengdêrên DEM Partiyê hatin desteserkirin.

Dîmenên leşker û polîsên hat belavkirin

Parlamenter û namzedên DEM Partiyê îro dîmenên leşker û polîsên ku ji bajarên din çûne li Şirnexê deng didan belav kirin.

Bi gotina wan zêdeyî 6 hezar kes derveyî bajêr li Şirnexê ji bo serkeftina namzedê AK Partiyê dengê xwe dane.

Li Şirnexê piştî dengdayînê gelek kes li pêşiya avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Şirnexê kom bûn û li hemberî encamê nerazîbûn nîşan da.

Polîsan bi gazê êriş kir

Polîsên bi gaza îsotê êrişî girseyê kir û hewl da belav bike. 

Hevserokê DEM Partiyê yê Şirnexê Abdullah Gungen û çend kesên din hatin desteserkirin.

Li gor zanyariyên Rûdawê ji berpirsên DEM Partiyê wergirtine herî kêm 4 kes jî birîndar bûn.

Alozî berdewam berdewam dikin.

Rêyên sereke yên çûna avahiya DEM Partiyê jî hatine girtin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst