Partiya Çepê li Xozatê serkeftina xwe ragihand

31-03-2024
RÛDAW
Nîşan Xozat Partiya Çep Aydin Kaya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Çepê (Sol Partî) ragihand, "Li gorî encamên destpêkê, Sol Partî li Xozatê bi ser ket, gel desthilatdar e."

Partiya Çepê bi daxuyaniyekê ragihand ku li navçeya Xozatê ya Dêrsimê rewş zelal bûye.

Partiya Çepê diyar kir ku namzedê wan ê wê navçeyê Aydin Kaya di hilbijartinên şaredariyan de bi ser ketiye.

Di daxuyaniya xwe de Partiya Çepê got:

“Şoreşger bi ser ketin! Li gorî encamên destpêkê Çep li xozatê bi ser ket, gel desthilatdar e!”

Partiya Çepê Aydin Kaya li Xozatê wekî namzedê şaredariyê destnîşan kiribû.

Di hilbijartinên 2019an de ji CHPyê Celalettin Polat bûbû şaredarê Xozatê.

CHPyê di van hilbijartinan de jî Seyfî Geyîk wekî namzedê xwe destnîşan kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst