Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê jinekê hewl da xwe ji qata duyem a avahiyekê biavêje xwarê lê çend kesên din ew jin di kêliya dawiyê de girt û wan nehişt xwe biavêje.
Bûyer duh li navçeya Peyasê ya Amedê çêbû.
Li gorî zanyariyan, jineke ku nave wê nehatiye zanîn hewl da xwe ji pencereya qata duyem a avahiya 7 qatî biavêje xwarê.
Lê çend kesên din ên di avahiyê de destên wê jinê girtin û wan nehişt xwe biavêje.
Hinek welatiyan jî li xwarê ji ber egera ketina wê çarşef vedan û hinek kesan jî doşek avêtin xwarê da ku eger ew jin bikeve zererê nebîne.
Piştre welatiyan ji vînceke ku wê demê di rê re derbas dibû alîkarî xwest û ew jin rizgar kir.
Piştre tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û ew jin ji bo tedbîrê bir nexweşaxaneyê.
Hêzên ewlehiyê jî derbarê buyerê lêkolîn da destpêkirin.
Welatiyan dîmenên bûyerê bi telefonên xwe girtin û li ser medyaya civakî belav kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse