Hewlêr: Me hemû erkên xwe bi zêdeyî bi cih anîne, ti hincet ji hikûmeta federal re nemaye

31-01-2024
RÛDAW
Nîşan Hikûmeta Herêma Kurdistanê Lijneya Wezîran Mesrûr Barzanî Budce
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Lijneya Wezîran a Herêma Kurdistanê ji hikûmeta Îraqê xwest ku di demeke kurt de projeyasaya derbarê guhertinên yasaya budceyê ji bo pesendkirinê bişîne parlamentoyê.

Lijneya Wezîran a Herêma Kurdistanê îro bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civîna xwe ya heftane ya asayî li dar xist.

Di civînê de Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî jî amade bû.

Piştî civînê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser civînê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser temasên yên Foruma Aboriyê ya Davosê ya ku di navbera 15-19î Kanûna Paşîna 2024an de hatibû li darxistin de kabnîneyê agadar kir.

Serokwezîr Barzanî diyar kir ku wan li Davosê bi beşdariya gelek sermayedarên Kurd re "Mala Kurdistanê" vekirine.

Herwiha Serokwezîr Barzanî eşkere kir ku bi mebesta danîna pêwendiyên aborî û bazirganî di navbera sektora taybet a Kurdistanê û sermayedarên navxweyî û biyanî, başkirina proseya sermayerazandinê li Herêma Kurdistanê, avakirina jêrxaneke bihêz a aborî û peydakirina derfetên zêdetir ên kar, gelek civîn li dar xistine.

Li Davosê mijara ewlehiya Herêma Kurdistanê hat rojevê

Mesrûr Barzanî diyar kir ku yek ji rojeva sereke ya hevdîtinên bi rayedarên payebilind ên welatên cuda yên cîhanê re girîngiya ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê û bidawîkirina êrişên li Herêma Kurdistanê bû.

Barzanî balkişand li ser wê yekê ku civaka navneteweyî eleqeyeke mezin nîşanî navçeyê da, di dema ku li Herêma Kurdistanê êrişên nerewa li dijî sivîlan hatin kirin.

Li ser navê civata wezîran, Mesrûr Barzanî sersaxiyî malbata karsazî Kurd Pêşrew Dizeyî û qurbaniyên din ên êrişa Îranê ya li Hewlêrê re xwest.

Hikûmeta Îraqê û yasaya budceyê

Di civînê de Alîkarê Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî Kemal Mihemed Salih û wezîrêm pêwendîdar li ser pişka budceya Herêma Kurdistanê, paşxistina mûçeyên karmendan li Bexdayê û derbarê danûstandinên ligel hikûmeta federal ên li ser lêçûnên berhemanîna petrola Kurdistanê, zanyariyan pêşkêş kirin.

Şandeya danûstendinan a bi Bexdayê re û wezîrên pêwendîdar tekezî li ser wê yekê kir Herêma Kurdistanê hemû erkên xwe yên di rêkeftina bûdceyê de cih aniye.

Şandeyê diyar kir ku wan pêşniyarên xwe yên derbarê guherîna yasaya budceyê de pêşkêşî Bexdayê kirine û divê hemû astengiyên di yasaya budceya federal a niha de ku rê li ber veguhestina desthilatên darayî ji bo Herêma Kurdistanê li gorî salnameyên budceyê hatiye terxankirin, ji holê bên rakin.

Herwiha şandeyê bi bîr xist ku Lijneya Wezîran a Îraqê di 14ê Kanûna Paşîn de biryara şandina pişka budceya Herêma Kurdistanê daye û tevî ku 17 roj derbas bûne jî ew biryar nehatiye cîbicîkirin.

Li aliyê din Lijneya Wezîran diyar kir ku ji ber paşxistin û hincetan demeke dirêj e mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê tên paşxistin.

Lijneya Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez kir ku divê Wezareta Darayî ya Îraqê di demeke kurt de biryara Encûmena Wezîran a Federalî cîbicî bike.

Lijneya Wezîran bal kişand ser wê yekê ku Herêma Kurdistanê hemû erkên xwe bi zêdeyî bi cih anîne, ji bo paşxistina guherîna yasaya budceyê ti hincet ji hikûmeta federal re nemaye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst