Sekreterê Yekgirtû têkildarî êrişa li Mêrdînê ligel Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê civiya

31-01-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê Selahedîn Behaedîn li paytexta Tirkiyê bajarê Enqerê, têkildarî dosyaya kuştina 5 welatiyên ji Duhokê li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ligel Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu civiya.

Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê  Selahedîn Behaedîn duh Duşemê 30ê Çileya 2023yan li Enqerê bi Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu re civiya.

Di daxuyaniya Sekreteriya Giştî ya Yekgirtûyê de hat ragihandin ku di hevdîtin a zêdetirî saetekê dom kirî de êrîşa li Mêrdînê ya 5 welatiyên Duhokê jiyana xwe ji dest dabûn hat gotûbêjkirin.

Bahaeddîn ji ber eleqeya wî ya ji bo lêkolîna bûyerê û dîtin û girtina êrîşkarên spasiya Suleyman Soylu kir.

Soylu jî ji kesûkarên kesên jiyana xwe ji dest dane re jî sersaxî xwest û destnîşan kir ku ew derbarê bûyerê de lêpirsînê dişopînin.

Çi bibû

Şeva 19ê Çileya 2023an li ser rêya sereke ya di navbera Nisêbîn-Mêrdînê ji 2 malbatan 5 kesên ji parêzgeha Duhokê ya  Başûrê Kurdistanê di otomobîlekê de hatibûn kuştin. Du kes ji wan bi navê Ehmed Celaledîn Îbrahîm (45 salî) û dayika wî Wehîde Heyder (63 salî) ji malbatekê ne, sê kesên din ji malbatekê ne û navê wan Hacî Ebdullah (69 salî), Çîmen Şahîn (75 salî) hevjîna wî û Hindirên Ebdullah (39 salî) keça wan e.

Ebdullah Salih Mistefa û Ehmed Celaledîn Îbrahîm ên di êrîşê de jiyana xwe ji dest dabûn li Duhokê du melayên naskiribûn.

Ebdullah Salih Mistefa bi hevjîna xwe Çîmen Şahîn Halid û keça xwe Hindirîn Ebdullah Salih re diçûn serdana xizmên xwe yên li Samsûnê. Wahîde Heyder Casim li Amedê randevûya doktor hebû û bi kurê xwe mela Ehmed Celaleddîn Îbrahîm re ji bo dermankirinê çûbûn.

Piştî bûyerê lêkolîn hatibû destpêkirin û 5 kes hatibûn desteserkirin.

Roja 23ê Çileya 2023an gumanbar piştî temambûna karûbarên îfadeyê li dozgeriyê bo Dadgeha Mêrdînê hatine birin. Piştî ku li dadgehê îfadeyên wan hatin wergirtin, her pênc gumanbarên bi navên F.A., A.K., Ç.B., M.Y. û M.Ş. bi daxwaza girtinê bo Dadweriya  Sulhê ya Cezayê hatin şandin.

Piştî îfadeyan dadwer derbarê F.A., A.K., Ç.B. û M.Y. biryara girtinê da û kesê bi navê M.Ş jî bi mercê kontrola dadî hatibû berdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst