Meclisa Partiya Sosyalist a Kurdistan 29ê Çileya 2023an civiya û li ser xalên rojeva xwe û rewşa siyasi ya navçeyê guftûgo kir.
Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) ragihand ku ew dikarin hilbijartinê bikine derfetek ji bo ku daxwazên lezginî yên gelê Kurd bêxine rojeva siyasetê û dibêje: “Di vê hilbijartinê de em li aliyê aşitî, demokrasî û asayîbûnê ne.”
Meclisa Partiya Sosyalist a Kurdistan 29ê Çileya 2023an civiya û li ser xalên rojeva xwe û rewşa siyasi ya navçeyê guftûgo kir.
PSK derbarê encamnameya civîna meclîsa xwe de daxuyaniyek belav kir û tê de amaje bi wê yekê dike ku “Berhemên Peymana Lozanê, ku bûye sedama bindestiya gelê Kurd û parçe bûna Kurdistanê, sed sal derbas bû û hildiweşe.”
PSK dibêje: “Heya ku mafên netewî û demokratik ên gelê Kurd neyê nasandin, li welatên navçeyê aşitî û seqamgirî cîgir nabe. Bi gotineka dinê, li Rojhilata Navîn Kurd bûne aktorê serekî di warê demokrasî û seqamgiri de.”
PSK amaje bi wê yekê dike ku di hilbijartinên bên ên Tirkiyê de ew “li aliyê aşitî, demokrasî û asayîbûnê ne” û dibêje: “Em dikarin hilbijartinê bikine derfetek ji bo, ku daxwazên lezginî yên gelê Kurd bêxine rojeva siyasetê.”
Di daxuyanya xwe de PSK herwiha dibêje: “Divê zimanê Kurdî di hemu qonaxên perwerdeyiyê de bibe zimanê perwerdeyî û her wisa di kar û barên fermi de bibe zimanê resmî.”
Daxyaniya PSKê wiha ye:
“Sistema Navnetewî ya dijî Kurd hildiweşe
Li Rojhilata Navîn nearamiya civakî, ku ji qeyrana siyasî, civakî û aboriyê serçave digrin, roj bi roj zêde dibin. Sistema desthilatdar ên welatên navçe, meşruyetên xwe winda dikin. Navçe serûbin dibe, ku berhema serhildana pêkhateyên olî û netewiyên cuda ne û di navenda qeyranên siyasi û pêlên guhartine de Kurd û Kurdistan hene.
Li ser Peymana Lozanê, ku bûye sedama bindestiya gelê Kurd û parçe-parçe bûna Kurdistanê, sed sal derbas bû. Gelê Kurd di sed salê derbasbûyî de di bin zilm û zordari û asimilasyona bê wêne de bû. Gelê Kurd li hember vê siyasetê, bi fêdakariyeka bê wêne berxwedaye û bi vî awayî hebûna xwe heya îro parastiye û vîna xwe ya bo azadî zindî ragirtiye. Di encama xebata azadî ya berheq û meşru, statûya heyî, ku berhema Peymana Lozanê ye, hildiweşe. Situna Iraqê ya sistema navnetewî, ku sedsal berê li Lozanê hatiye ava kirinê, hilweşiyaye û situnên Suriyê û Îranê jî ketine pêvajoya hilweşandinê.
Ceribandinê dirokî û navçeyê rastiyek nişan dide: Heya ku mafên netewî û demokratik a gelê Kurd neyê nasandin, li welatên navçeyê aşitî û seqamgirî cîgir nabe. Bi gotineka dinê, li Rojhilata Navîn Kurd bûne aktorê serekî di warê demokrasî û seqamgirî de.
Ev yêk derheqê Tirkiyê de jî bi vî awayî ye.
Li Tirkiyê qeyrana siyasî û aboriya kur heye, ku di diroka vî welatê de bê wêne ye. Ev qeyran qeyraneke giştî û eşkere ye, ku sedema qeyranê jî siyaseta zordarî û tundutîjiyê ye. Bi taybetî siyaseta tundûtîjiya 5-6 salên dawiyê bûye sedema bi rêva birina taqekesî û sîstema diktatoriyê. Ji ber têgihiştina zordar, serçavayên aborî ji bo çek û şer têne xerçkirin û ev têgehiştin herwiha bûye sedema kûrtirbûna hêjariyê. Civat dirize, baweriya endamên civak bo paşeroja xwe nemaye; hestê dadperwerî û ewlehiya canî jî...
Li Tirkiyê, di hel û mercê wisa ne diyar û aloz de, dê hilbijartin birêve biçin.
Di vê hilbijartinê de em li aliyê aşitî, demokrasî û asayîbûnê ne.
Bi gotineka din Tirkiyê li ber durêyanê de ye. An Tirkiyê bi têgihiştina nasyonalist, şovên û mîlîtarist ve ber bi qeyrana bê dawi û duwarojê tarî diçe. An ji dev jê bi rêvabirinê bi şiveyê zordarî û mîlîtarîst berdide û asayî bûn û maf û azadiyên bingehî cigir, dadperweri zal dibe.
Xilasbûna Tirkiyê ji vê qeyranê û cîgirbûna aşitî û demokrasiyê, berê her tiştê girêdayiya gavên, ku di warê pirsa Kurd de divê were avêtinê ye.
Û di vê derheqê de gavên lezgîniyên, ku divê bêne avetîn eşkere ne:
-Divê zimanê Kurdî di hemu qonaxên perwerdeyiyê de bibe zimanê perwerdeyî û her wisa di kar û barên fermi de bibe zimanê resmî.
- Di desturê de nasnameya Kurdî were nasîn û desteber kirinê.
- Divê azadiya bîr û bawer û rêxistinbûnê ji bo Kurdan were nasîn û avakirina her cure rêxistin bi navê Kurd û Kurdistan azad be.
- Navê Kurdî yên hemu gund û deşt û çiyayan, divê bêne vegerandin.
- Divê gorên hemu serok û kesayetên Kurd were eşkerkirin.
- Ji bo aşitiya mayende û pêkanina helûmercê li bar ji bona çareseriyê, divê operasyonên leşkerî werin rawestandin û girtiyên siyasî werin azadkirin.
Eger gavên hanê yên mirovî û demokratik, ku me li jorê behsa wan kir, werin avêtin, rêya çareseriya pirsa Kurd vedibe û Tirkiyê zencirên xwe diqetine û pêşve diçe.
Partiya Soyalîst a Kurdistanê (PSK) banga hemû aliyên siyasî yên Kurd dike, ku li dor daxwazên hanê bêne ba hev û bi hevre ji bo bi dest xistin û desteberkirina desturiya wan xebat bikin.
PSK piştrast e, tu hêz nikare pêşiya xebata gel, ku li ser daxwazên rewa yek bûne, bigre.
Çarçeveya ku me li jorê bahs kir, derbareyê hilbijartinê de halwesta Partiya me dê destnişan bike.
Di hilbijartinê de em li aliyê aşitî, demokrasî û asayi bûnê de ne.
Em dikarin hilbijartinê bikine derfetek ji bo, ku daxwazên lezginî yên gelê Kurd bêxine rojeva siyasetê.
Ji bo vê yekê jî yekitiya berfireh a aliyên siyasî yên Kurd ji her demê pirtir girîng e. Em amade ne ji bo pêkanina yêkitiya hanê, bi hestên berpisiyariya dirokî ve rola xwe bileyizin.
Eger hêzên xwe bikine yek ne tenê di hilbijartinê de serdikevin, her wiha dehatûya xwe jî misoger dikin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse