Hewlêr (Rûdaw) – Fokusa vê hefteyê ya bernameya Ligel Renc li ser yekdengiya aliyên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê bû.
8ê Kanûna Pêşîn a 2024an rejima Beşar Esed rûxiya û nema û Heyeta Tehrî El Şamê dest danî ser serweriya Sûriyeyê.
Heta niha yekdengiyek di nava aliyên siyasî yên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê de nîne.
Partiyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê nikarîne bibin xwedî yekhelwest û herin Şamê û gotûbêjan li ser paşeroja xelkê Rojavayê Kurdistanê bikin.
Jineke ji Rojavayê Kurdistanê ku tevlî bernameyê bûbû got:
“Îro derfeteke zêrîn ji bo Rojavayê Kurdistanê heye, derfetên wiha 100 salan carekê dubare nabe.
Çavên me li wê yekê ye ku PYD û ENKS bi li hevdû rûnên.”
Kesekî din ê ji Rojavayê Kurdistanê jî behsa mafê zimanê Kurdî kir û wiha got:
“Em dixwazin Kurd di destûrê de wekî neteweya duyem ben qebûlkirin. Zimanê Kurdî û Erebî bi awayekî fermî bên qebûlkirin.
Eger ew hatin pesendkirin wê demê mafê neteweyî diyar dibe.”
Li Rojavayê Kurdistanê 3 heta 3,5 milyon Kurd hene. Di sala 2024an de 25,6 milyon xelk li Sûriyeyê dijîn û ji sedî 12yê wan Kurd in.
Li gorî lêkolîna Dr. Azad Ehmed Elî herêma Cizîrê ji Hisiça gundên wê, Dêrikê, Qamişlo û Amudê û Serê Kaniyê pêk tê û 23 hezar kilometre çargoşe ye.
Kobanî 3 hezar, Efrîn 3 hezar û Deyrezor 33 hezar kilometre çargoşe ye.
Rûberê Sûriyeyê 185 hezar kilometre ye û ji sedî 33yê wê xaka Rojavayê Kurdistanê ye.
Nûnerê Meclisa Sûriyeya Demokratîk ê Herêma Kurdistanê (MSD) Hoşeng Derwêş li ser daxwazên aliyên siyasî got:
"Federalî, serxwebûn û xwerêveberî divê ji aliyê partiyên siyasî ve were gotûbêjkirin û hemû bi hev re li derdora maseyekê kom bibin.”
Derwêş amaje bi wê yekê jî kir ku wekî MSDyê daxwazên wan zelal û eşkere ne û ew dixwazin Sûriye bi awayekî nenavendî were îdarekirin.
Li gorî gotina Derwêş divê Kurd bi awayekî rasteqîne li ser pêşhatên Sûriyeyê helwestê bistînin.
“Divê bi yekrêzî û yekhelwestî mala Kurdan were avakirin”
Endamê Komîteyta Navendî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Sûriyeyê (PDK-S) Mihemed Elî jî mêvanekî din ê bernameyê bû.
Mihemed Elî li ser yekdengiya aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê wiha got:
"Em hêvî dikin yekrêzî û yekhelwestî ya mala Kurdan ava bibe.”
Renc Sengawî pirsî, “Çima we danûstandin bi aliyên siyasî yên Kurdî re rawestandiye?” Mihemed Elî wiha bersivand:
"Me gelek civîn kirin û me hewleke cîdî da me fam kir ku li ser gelek xalan ciyawaziyên me hene.
Me çend xal nivîsîn ku serbazî û îdarî bûn. PYD hazir nebû ji bo civînan û me jî civîn rawestandin.”
Li gorî gotina Mihemed Elî hebûna hêzên PKKyê yên li Rojavayê Kurdistanê, çarenivîsa kesên girtî û bêserûşûn û projeya Kurdan a siberojê xalên nakok bûn di navbera wan û PYDyê de.
Mihemed Elî di berdewmiya axaftina xwe de amaje bi wê yekê kir ku ew ji bo danûstandinê amade ne lê PYD û HSDyê bersiva wan nedaye.
Divê çek di destê hêzeke de be
Serokê Navenda Lêkolînên Weqfa Vision, Ednan Osman, rewşa nû ya li Sûriyê ji bo Kurdan wek "jana zayîneke nû" bi nav kir.
Ednan Osman eşkere kir ku niha beşeke din a Kurdistanê behsa çarenivîsa xwe û çawaniya birêvebirina xwe dike û niha rewşa paşeroja Rojavayê Kurdistanê ne diyar e.
Li gorî gotina Osman divê çek di destê 2 hêzên Kurd de nebe û tenê çek di destê aliyekî de hebe.
Lekoler Ednan Osman di wê baweriyê de ye ku heger çek di destê 2 aliyên de hebe weke Herêma Kurdistanê metirsî heye şerê navxweyî pêk were.
Miletekî 40 milyonî nayê paşguh kirin
Birêveberê Navenda Lêkolînan a Rûdawê Ziryan Rojhilatî jî li ser rewşa Kurdan got:
“Piştî Şerê Cîhanê yê Yekem, hejmara Kurdên Rojavayê Kurdistanê 160 hezar kes bû niha Kurd neteweyekî 40 milyonî ne û nayên paşguhkirin.
Aniha pêwîstiya ENKSyê bi HSDyê heye û li ser erdê jî pêwîstiya ENKSyê bi HSDyê heye.
Bêyî hevdû li Şamê nikarin ti destkeftiyan bidest bixin.
HSD jî bêyî ENKSyê nikare li Şamê bi Ehmed Şera re tiştekî bi dest bixe.
Divê herdu alî di warê siyasî, berjewendî û madî de li hev bikin.”
Nivîskar Zekeriya Hesarî mêvanê bernameyî bû û wî jî wiha got:
"Divê ev qonaxa nû bi helwêst û guhertineke nû berdewam bike.
Ez naxwazim bibêjim ku Kurd neteweya duyemîn e li Sûriyeyê lê Sûriye ji du neteweyên sereke yên wekî Kurd û Ereb û çend netewe û civakên din pêk tê.”
Rêveberê Rêxistina Ziyar a ji bo Pêşxistina Demokrasî û Ragihandinê Farûq Hacî Mistefa jî mêvanekî din ê bernameyê bû.
Faruq Hacî Mistefa li ser rewşa Kurdan a li Rojavayê Kurdistanê wiha got:
“Em weke Kurd xwediyê karteke fişarê nînin lê çawa ku Doha mertala Ereban e, Hewlêr jî mertala me ye.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse