PANORAMA - Sala 2020an li Bakurê Kurdistanê çi bûyerên civakî çêbûn?

30-12-2020
RÛDAW
Bûyerên civakî li Bakurê Kurdistanê zêde bûne
Bûyerên civakî li Bakurê Kurdistanê zêde bûne
Nîşan Panorama 2020 Bakurê Kurdistanê Bûyerên Civakî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îsal li Bakurê Kurdistanê çendîn bûyerên girîng ên civakî çêbûn ku hîn jî beşek ji wan yekalî nebû ne. Yek ji wan jî wendabûna keça Kurd Gulistan Doku ye. Gulistan li Dêrsimê xwendevan bû û wenda bû. Lê hîn jî nayê zanîn ku ka çi lê hatiye. Her wiha jin û mêrekî Kildanî li bajarokê Elkeyê ser bi parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê bi navên Hurmuz Diril û Şîmonî Diril bêserûşûn bûn. Roja 22ê Adarê termê yek ji wan du hevjînan hat dîtin û yê din jî wenda ye. Her îsal erdhejeke bi hêza 6.8 pile bajarokê Sivrice ser bi Xarpêta Bakurê Kurdistanê hejand. Erdhejê bandor li çend parêzgehên derdora Xarpêtê jî kir û di encam de 41 welatiyan canê xwe ji dest dan û hezar û 607 kesên din jî birîndar bûn.

5ê Çileya 2020

Xwendekara xelkê Amedê Gulîstan Doku ku li Zanîngeha Dêrsimê dixwend, 5ê Çileya 2020ê piştî ji Beşê Navxwe yê Zanîngehê derket, wenda bû. Malbata Gulîstan, Zaynal Abakarov ku welatiyê Rûsyayê ye û bavê wî li Dêrsimê polîs e, tohmetbar dibînin.

Cara dawî Gulîstan li ser pira Dinar a Dêrsimê hatiye dîtin. Li ser daxwaza malbata Gulîstan, Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê biryara gera bi pey termê wê de da. Ava Bendava Uzunçayir hat betalkirin ku nêzîkê Pira Dinar e.

Gulîstan nehatiye dîtin û malbata wê jî rexneyên dijwar li hikûmetê digrin ku Zeynel Abakarov nagire û nade dadgehê.

11ê Çileya 2020

Jin û mêrekî Kildanî li bajarokê Elkeyê ser bi parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê bi navên Hurmuz Diril û Şîmonî Diril bêserûşûn bûn. Roja 22ê Adarê termê yek ji wan du hevjîna hat dîtin û yê din jî wenda ye.

12ê Çileya 2020

Li Stenbolê cara yekem Şanogeriya Dewran hat pêşandan ku ji wan çîrokan hatibû amadekirin, Hevserokê Berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş di kitêba “Dewran” de belav kiribûn. Demîrtaş, Dewran li girtîgehê nivîsiye.

24ê Çileya 2020

Erdhejeke bi hêza 6.8 pile bajarokê Sivrice ser bi Xarpêta Bakurê Kurdistanê hejand. Erdhejê bandor li çend parêzgehên derdora Xarpêtê jî kir û di encam de 41 welatiyan canê xwe ji dest dan û hezar û 607 kesên din jî birîndar bûn.

4ê Sibata 2020

Tenê 11 roj piştî erdheja Xarpêtê, li Wana Bakurê Kurdistanê di du bûyerên aşûtê de li bajarokê Mînskê yê Wanê 41 welatiyan canê xwe ji dest dan û 75 kesên din jî birîndar bûn. Destpêkê tîmên bihewarveçûnê bo rizgarkirina 11 kesan ku bi minîbasekê ketibûn bin aşûta berfê, gehiştin navçeyê. Lê dîsan aşût çêbû û hejmara qurbaniyan zêdetir bû.

10ê Sibata 2020

Elewiyên Dêrsimê piştî derbasbûna 50 sal, cara yekem li “Cemên Duzgun Baba” merasîma “Cem” sazkirin. Ji sala 1970an ve ji ber sedemên siyasî û hinek sedemên din merasîma olî li vê Cemxaneyê nehatibû kirin.

23ê Sibata 2020

Erdhejekê bi hêza 5.7 pile bajarê Xoy li sînorê parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê hejand, ji ber erdhejê li Wana Bakurê Kurdistanê 10 welatiyan canê xwe ji dest dan û 37 kesên din jî birîndar bûn. 250 xanî û 300 gov an axûr herifîn, herwiha zerar gehişt 700 xaniyan.

19ê Gulana 2020

Welatiyekî ji Colemêrga Bakurê Kurdistanê bi nave Mihemed Emîn, çêla wî di nav çiravê de dimîne û du şevan nikarî wê derê bicîh bihêle. Ew çêlek take dahata Mihemed Emînê bavê 10 zarokan bû.

Ew serpêhatî yekser di platformên civakî de belav bû. Piştre welatiyên gund hevkariya wî kirin û çêleka wî rizgar kirin. Dewlemend û sermayedarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê 4 çêlekên din wek diyarî jêre şandin. Herwiha Wezîrê Çandinî û Daristanên Tirkiyê jî 20 mî wek diyarî jêre şandin.

21ê Hezîrana 2020

Malbateke Kurd a 5 kesî ji Çewliga Bakurê Kurdistanê li parêzgeha Bursa ya Tirkiyê ketin ber lehiyê û canê xwe ji dest dan, Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bi telefonê sersaxî ji kes û karên wê malbata Kurd re xwest. Termê wan li Xarpêtê hatin veşartin.

31ê Temûza 2020

Li Sêwaza Bakurê Kurdistanê welatiyekî bi nave Dursun bi çekê çû ser mala destgirtiya xwe ya berê, dayîk, bav, bira û hevjîna birayê destgirtiya xwe ya berê kuştin. Piştî 3 demjimêran Dursun ji aliyê polîsan ve hat girtin. Dursun got, ji ber destgîrana wê poşman bûye ligel bizewice, ev kar kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst