Hewlêr (Rûdaw) - Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta bidawîhatina erkê wê Balyoza Amerîka ya Îraqê Alina Romanowski pêşwazî kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Balyoza Amerîka ya Îraqê Alina Romanowskiyê qebûl kir.
Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civînê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Nêçîrva Barzanî ji ber kar û hewlên Romanowskiyê yên ji bo bipêşxistina pêwendiyên navbera welatê xwe û Îraq û Herêma Kurdistanê spasiya wê kiriye û jê re serkeftin xwestiye.
Li aliyê din, Romanowskiyê jî ji ber serkeftina di erkê xwe de spasiya hevkarî û piştgiriya Herêma Kurdistanê kiriye.
Piştî hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê gotûbêjên aliyên siyasî ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê, rewşa Îraqê, pêwendiyê Amerîkayê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re û bipêşketinên li Rojhilata Navîn mijarên din ên hevdîtinê bûn.
Alina Romanowski ji 2022yan ve Balyoza Amerîkayê ya Îraqê bû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse