Nêçîrvan Barzanî: Em êrişa li baregeha Amerîkayê ya li Urdunê şermezar dikin

29-01-2024
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Amerîka Urdin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê ragihand ku ew êrişa dronî ya li baregeha Amerîkayê ya li Urdunê ku di encamê de 3 leşkerên canê xwe ji dest da û bi dehan jî birîndar bûn, bi tundî şermezar dikin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê êrişa dronî ya li baregeha Amerîkayê ya li Urdunê ku di encamê de 3 leşkerên Amerîkayê canê xwe ji dest da û 25 jî birîndar bûn, li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de ew êriş şermezar kir û hevxemiya xwe jî ji bo malbatên serbazên ku canê xwe ji dest daye re xwest.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got:

“Ez êrişa terorîstî ya li dijî hêzên Amerîkî yên li bakurê rojhilatê Urdunê bi tundî şermezar dikim. Ez ji malbatên leşkeran re sersaxiyê dixwazim.

Di vê dema dijwar de bi gelê Amerîkayê re ne û ji birîndaran re şifayê dixwazin.”

Doh di encama êrişeke dronî ya li baregeha Amerîkayê ya li Urdunê 3 leşkerên Amerîkayê canê xwe ji dest da û 25 jî birîndar bûn.

Berxwedana Îslamî ya Îraqê bi daxuyaniyekê berpirsyariya êrişê girte ser xwe.

Biden soza tolhildanê da

Serokê Amerîkayê Joe Biden piştî êrişa dronî ya Berxwedana Îslamî ya Îraqê soza tolhildanê da.

Biden di daxuyaniya xwe de got, “Bila ti gumana we nebe, em dê ji hemû berpirsyaran bi awayê ku em dixwazin hesap bipirsin.”

Koma Şîe ya ser bi Îranê ve ku xwe wekî “Berxwedana Îslamî ya Îraqê” bi nav dike, ji 17ê Çiriya Pêşînê ve heta niha zêdetirî 150 êrişî li dijî baregehên Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî yên li Îraq, Sûriye, Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê pêk anîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst