Hewlêr (Rûdaw) - Komên çekdar ên mixalefeta Sûriyeyê li Şehbayê êrişî HSDyê kir û di navbera wan de şer û pevçûnên dijwar derketin.
Çavkaniyeke ji Şehbayê ji Rûdawê re axivî û got, "Çekdarêm mixalefetê hewl didin rêya navçeya Ehdasê bigirin.
Çekdarên mixalefetê çûne navçeya Misilmiyê. Rêya di navbera Şahba û Helebê de hat girtin û şervanên bi tundî bxwededanê dikin."
27ê Çiriya Paşîn komên girêdayî Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) êrişî parêzgehên Îdlib û Helebê kir.
Komên çekdar li wan parêzgeha gelek gund û bajarok kontrol kirin
Her wiha li hinek herêman jî di navber HSD û komên çekdar de şer û pevçûnê dijwar derdikevin.
Kesekî ji Şehbayê ev vîdeo ji Rûdawê re şandiye û behsa rewşa deverê dike:
— RudawKurdi (@RudawKurdi) December 1, 2024
"Em dê li ber xwe bidin, em bi rûmet dijîn û eger em mirin jî em dê bi rûmet bimirin” pic.twitter.com/fdAJjGH9JR
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse