Zeyta Efrînê ji bo Tirkiyê tê veguhastin da ku bibin Ewropa û Amerîka

30-11-2020
Tirkiyê li ser navê zeyta zeytûnên Efrînê dişîne Ewropa, Amerîka û welatên din
Tirkiyê li ser navê zeyta zeytûnên Efrînê dişîne Ewropa, Amerîka û welatên din
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di videyoyekê de ku ji bo Tora Medyayî ya Rûdawê hatiye şandin, diyar dibe ku bi hezaran tenekeyên zeytê hatine amadekirin ji bo ku bişînin Tirkiyê.

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan-Efrînê Îbrahîm Şêxo, ji Rûdawê re ragihand ku ew zeyt li pêş mekbesa  zeytûnan a welatiyê Kurd Abdîn Erebo li ser rêya Cindirêsê ku grûpên çekdar dest danîne ser, hatiye komkirin.

Li gor dîmenan, bi hezarên tenekeyên zeytê hatine komkirin û ji bo ku bibin Tirkiyê.

Tirkiyê zeyta zeytûnên Efrînê li ser navê xwe dişîne Ewropa, Amerîka û welatên din.

Darên zeytûnên Efrînê û zeyta wê

Hejmara darên zeytûnan li Herêma Efrînê gihiştibû 22 milyon daran.

Zanyariyên Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê diyar dikin ku, berhem û dahata wan daran %70 ji dahata nişteciyên wê herêmê bû. Bi wê yekê grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê, dest danîne ser %90 ji berhema zeytûnan.

 Ew grûpên wê berhemê difiroşin bazirganên Tirkiyê û zeyta Efrînê jî bi rêya Tirkiyê ji bo Ewropa tê şandin, li Amerîka û hinek welatên din bi navê ku ew zeyta Tirkî ye tê naskirin.

Li gorî amarên fermî yên Hikûmeta Sûriyê, di sala 1998an de, hejmara darên zeytûnan li Herêma Efrînê gihiştibû 16 milyon darên bi berhem.  8 milyon darên din jî, di qonaxa berhemdanê de ne.

Bihayê zeyta talankirî ji Efrînê, li ser destên Tirkiyê û grûpên çekdar ên alîgirên wê, bi qasî 80 milyon heta 150 milyon euro tê texmînkirin.

Li gorî zanyariyan, di sala 2019an de, bêhtirî 50 hezar ton zeyta Efrînê ji bo Tirkiyê hate birin.

Ji bilî talankirina zeyt û zeytûnên Efrînê, çekdarên ser bi Tirkiyê ve bi hezaran darên zeytûnan dibirin û weke êzing li Tirkiye, Idlib û Helebê difiroşin.

Hejmara giştî ya darên ku heta niha hatine birrîn, 1 milyon û 550 hezar dar e. Ji wan 600 hezar ji darên daristanan in. Nêzîkî 1 milyon darên zeytûn, bihîv, henar û fisteqan in. Ew birrîna daran, bêhtir li navçeyên Nahiya Şiyê heta Nahiya Cindirêsê, ber bi çiyayên Qaziqlê, Cobana û çiyayê Hawar li nahiya Bilbilê û Reco ve. 

- Hejmara meesereyên zeytûnan jî gihişte bêhtirî ji 500 an. Çekdaran dest danîne ser kargeh û meeserên zeytûn, zeyt, sabûn û bêrînê, li Efrînê. Ji tevaya 500 kargeham, niha tenê 191 kar dikin.  80 meesere jî hatin dizîn û talankirin. Herwiha çekdaran dest danîne ser 53 meesereyan.

18 karghên bêrînê jî, li Herêma Efrînê hebûn. Tenê 11 kargeh ji wan kar dikin û di bin kontrola çekdarên Tirkiyê de ne. 7 kargeh ji wan jikar ketine, ew jî ji ber ku çekdaran ew dizîn û talan kirin. 10 kargehên sabûnê jî hebûn, lê hemû hatin talankirin û wêrankirin.

Ji 20ê Çileya 2018an ve, operasyona Artêşa Tirkiyê li ser Efrînê destpê kir, çekdaran bêhtirî 300 hezar xelkê Kurd ên wê herêmê koçber kirin. Li şûna wan Kurdan, koçberên hawirdekirî ji Xûteya Şamê û Idlibê bicih kirin. Bêhtirî 3 hezar û 500 kesî girtine. 130 kes jî di bin îşkenceyê de kuştine. Dest danîne ser mal û milkên welatiyan li wê herêmê û ew mecbûrî dayîna bacê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst