HUDA-PAR: Sedema pirsa Kurd polîtîkayên înkarê ne

30-11-2020
RÛDAW
Nîşan HUDA-PAR Pirsa Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) Îshak Saglam ragihand ku heta niha prisa Kurd her tim di çarçoveya pirsên aborî û terorê de hat nirxandin ku ev yek tu carî nebûye çareserî û got: “Sedema pirsa Kurd polîtîkayên înkarê ne”.

Serokê Giştî yê Partiya HUDA-PARê Îshak Saglam di daxuyaniyekê de rojeva Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nirxand û balan kişand li ser pirsa Kurd ku di van rojên dawî de li Tirkiyê dîsa bûye rojev.

 û got: “Di van qonaxên dawî de ew polîtîkayên ku berê yên ji hebûna xwe pêve hebûna ti kesî qebûl nake û cudakariyê dike nava civakê li îdareya welêt hakim bûye.”

Îshak Saglam di destpêka daxuyanîya xwe de çend gotinên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ên ku berî niha hatibûn gotin bi bîr xist û got: “Serokomarê Birêz Recep Tayyîp Erdoganê ku di sala 2017an de digot ‘Pirsgirêka Kurd tine ye, pirsgirêkên welatiyên min ên Kurd heye’ di civîna a partîya xwe ya di 24ê Mijdara 2020an de cardin got ku ‘Pirsgirêka Kurd tune ye.’  Lê belê 2005an Birêz Erdogan dema ku serokwezîr bû derbarê mijarê de gotibû ‘Meseleya Kurd meseleya min e’ û piştî vê gotinê televîzyona Kurdî hat vekirin, dersên Kurdî  ne bi temametî be jî di dibistanan de bû dersa hilbijarî.”

Saglam diyar kir ku ew gavên ku wê demê hatin kirin di çarçoveya heq û azadîyan de bûn û dihatin teqdîrkirin û dihat hêvîkirin ku ev gavên bi wî rengî berdewam bikin û wiha pê de çû: “Lê di van qonaxên dawî de  ew polîtîkayên ku berê yên ku ji hebûna xwe pêve hebûna tu kesî qebûl nake û cudakarîyê dike nava civakê li îdareya welêt hakim bûye ku ji ber van polîtîkayan temamên tiştên musbet ên ku hatibûn kirin zirar dîtin.”

Di beşeke din a axavtina xwe de Saglam bal kişand sedem û çavkaniya pirsa Kurd û got: “Ji ber van tiştên ku tên kirin mirov li ser navê heq û azadiyan û pêkanîna edaletê xemgîn dike. Heta îro pirsa Kurd her tim di çarçoveya problemên aborî û terorê de hate nirxandin ku ev yek tu carî nebûye çare.  Nedîtina rastî û heqîqetan wê înkar û asîmîlasyona ku tê kirin meşrû nake û feyde nade çareseriya pirsa heyî. Em pêkve gelek caran li rasta netîceyên dijwar ên van polîtîkayan hatin.”

Serokê Giştî yê Partiya HUDA-PARê anî ziman ku di van rojan de tê diyarkirin ku dê li ser navê mafên mirovan û hiqûq û reformên mezin bên kirin û got: “Divê di nav wan reforman de berî her tişt pirsa Kurd hebe û meseleya heyî bi destûrê û li ser bingeha welatîbûna wekhev bê çareserkirin.  Ew îradeya bi hêz a ku ji bo biratî û edaletê lazim e êdî xwe nîşan bide. Heta ku ew rewşa cudakar ji holê neyê rakirin, gavên ku dê bên avêtin ji birînanan re nebe merhem û derman û ew dê meseleya Kurdan ji teref hêzên emperyalîst ve heta heta bê bikaranîn.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst