Kubis: Netewên Yekgirtî çavdêriya hilbijartinên Kurdistanê dike

30-09-2018
RÛDAW
Şanderê Netewên Yekgirtî yê bo karûbarên Iraqê û berpirsê UNAMI, Jan Kubis serdana binkeyeke dengdanê li Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê kir
Şanderê Netewên Yekgirtî yê bo karûbarên Iraqê û berpirsê UNAMI, Jan Kubis serdana binkeyeke dengdanê li Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê kir
Nîşan Netewên Yekgirtî Jan Kubis Çavdêrî Hewlêr Binkeya dengdanê Hilbijartinên Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şanderê Netewên Yekgirtî yê bo karûbarên Iraqê û berpirsê UNAMI, Jan Kubis serdana binkeyeke dengdanê li Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê kir û ragihand: “Prose bi şêweyekê rêkûpêk birêve diçe.”

 

Jan Kubis herwiha got, çavdêrên Netewên Yekgirtî çavdêriya proseya hilbijartinê li Herêma Kurdistanê dikin û li gel komîsyona bilind a hilbijartin û rapirsiyan a Herêma Kurdistanê di hemahengiyê de ne.

 

Kubis piştî serdana vê navenda dengdanê di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand: “Çavdêrên Netewên Yekgirtî li bajaran çavdêriya proseyê dikin, û li gel komîsyona bilinda hilbijartin û rapirsiyan jî em dê hemahengiyê de ne.”

 

Berpirsê UNAMIyê herwiha diyar kir: “Netewên Yekgirtî hêvî dike ku hilbijartinên Kurdistanê bi aramî û bê kêşe birêve biçin û tekez kir: Reng e hinek kêmasî çê bibin, ev jî asayî ye û di hemû hilbijartinan de ev yek li her welatekê çê dibe.”

 

Jan Kubis da xuyakirin: “Berpirsên komîsyonê bi tevahî amade ne, ku kêşeyên li pêşiya proseyê çareser bikin.”

 

Îro yekşemê 30ê Îlona 2018an demjimêr 08:00ê serê sibehê dengdana giştî ya ji bo hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê dest pê kir û dê heta demjimêr 18:00ê êvarê berdewam be.

 

Li Herêma Kurdistanê 2 milyon û 914 hezar û 992 kes xwediyê mafê dengdanê ne, pêşbîniya partiyan wisa ye ku xelk dê bi rêjeyeke bilind beşdarî hilbijartinan bibin. 46 rêxistinên navxweyî û 30 rêxistinên navdewletî dê çavdêriya proseya dengdanê bikin.

 

Di vê gera hilbiajrtinên parlamentoya Kurdistanê de 46 rêxistinên navxweyî û 30 rêxistinên navdewletî çavdêriya proseya dengdanê dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst