Ûrmiye - Cotkar naxwazzin bîrên avê bên tijîkirin

30-09-2016
RÛDAW
Ûrmiye
Ûrmiye
Nîşan Gola Ûrmiye Cotkar Birên Avê
A+ A-

Ûrmiye (Rûdaw) – Bêyî ku rêçareyeke din ji bo avdêriya çandiniyê li Ûrmiyê bê danîn, biryara tijîkirina bîrên avê hatye dayîn û hêzên Îranê dest bi tijîkirna wan bîran kirine.

 

Tevî ku tijîkirina bîrên avê yên bajarê Ûrmiyey Rojhilatê Kurdistanê, di çarçoveya karên Desteya Vejandina Gola Ûrmiyê de, hatiye wergirtin, lê Serokê ODEYA Bazirganî û Çandiniyê yê Parêzgeha Ûrmiyê Hesen Întîzar dibêje, “Tijîkirina bîrên avê, dê zerarekî bigihmezin bigihîne kerta çandiniya parêzgehê. Ji ber ku ti rêyeke din ji bo avdana berhemên çandiniyê nehatiye danîn.”

 

Niha xelkê Ûrmiyê li ser durêyekê ne. Yan dê bi girtina bîrên ava xwe pêşiya hişkbûna Gola Ûrmiyê bigrin, ku ev jî dê bibe sedema hişbûna zeviyên wan, an jî dê bîrên xwe biparêzin û bihêlin gol hişk bibe.

 

Hinek cotkarên Ûrmiyê, nerazîbûneke tund li hember hewla dagirtina bîran didin. Hinek ji wan li pêşiya hêzên Îranî, hewla xwekuştinê jî didin.

 

Di rastiyê de ev bîr zirerekî mezin didin Gola Ûrmiyê, lê tijîkirina bîran, pirsgirêkeke din bi xwe re tîne.

 

Li gorî amaran, li derdora Ûrmiyê nêzîkê 3 hazar bîrên avê hene ku ji wan 11 hezar bê destûra yasayî hatine kolandin.

 

Serokê Desteya Vejandina Gola Ûrmiyê Îsa Kelanterî dibêje, “Dibe ku tijîkirina 30 hezar bîran zirarê bide çandiniya Ûrmiyê, lê ji zuhabûna golê jî dê karesatekî ji şerê Îran û Iraqê mezintir derbixe holê.”

 

Vejandina Gola Ûrmiyê, yek ji soza hikûmeta Hesen Rohanî ye. Diyar e ku dê cîbicîkirina vê sozê, bibe zirara cotkaran.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst