Orhan Mîroglu li ser sonda bi Kurdî daxuyanî da

30-08-2024
Nîşan Orhan Mîroglu Parêzer Bermal Yildenîz Sonda bi Kurdî Baroya Amedê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Endamê Lijneya Navendî ya AK Partiyê Orhan Mîroglu li ser sonda bi Kurdî ya Parêzer Bermal Yildenîzê daxuyanî da.

Parêzer Bermal Yildenîzê piştî ku staja xwe xelas kir sonda xwe ya yasayî berê bi Kurdî, paşê bi Tirkî xwaribû û dest bi karê xwe kiribû.

Baroya Amedê paşê vîdeoya dema Bermal Yildenîz bi Kurdî sond dixwe belav kiribû.

Ev vîdeoyê di demeke kurt de li ser torên civakî bû rojev û nijadperastên Tirk Bermal Yildenîz û Baroya Amedê kirin hedef.

Endamê Lijneya Navendî ya AK Partiyê Orhan Mîroglu bi rêya hesabê xwe yê Xê bertek nîşanî wan helwestên li dijî zimanê Kurdî da û got:

“Ma ku parêzereke ciwan sonda xwe bi zimanê dayîka xwe xwaribe çi bûye?

Gelo li keça me hat? Erê, lê hat.

Sond bi Kurdî jî xwar û bi Tirkî jî.”

“Ma çima fêrî Kurdî dibin?”

Orhan Mîroglu helwesta Baroya 2yem a Enqereyê rexne kir ku Bermal Yildenîz û Baroya Amedê kiribûn hedef û got:

“Ji bo bi zimanê ku 70 milyon mirov pê diaxivin (silûsa wan li Tirkiyeyê ne) sondek hatiye xwarin daxuyaniyê didin.

TRT Kurdî 24 saetan weşana bi Kurdî dike, ma em dabeş bûn?

Kurdî dersa nemecbûrî ye, ma em dabeş bûn?

Ê baş e, yên ferî Kurdî dibin çima fêrî vi zimanî dibin?

Ji bo ku di tariyê de bi Kurdî bikin pistepist?”

“Dê rojekê zarokên nûbûyî jî serî hildin”

Mîroglu bi bîr anî ku fîkandina bi Kurdî jî hatibû qedexekirin û li pey çû:

“We divê bawer bikin we divê mekin, eger ev enta we berdewam bike dê rojekê zarokên nûbûyî jî serî hildin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst