Li Kobaniyê komkirina fistiqan dest pê kir: Fistiq pir in lê erzan in!

30-08-2024
RÛDAW
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Kobanî Çinîna Fistiqan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma Kobaniyê ya Rojavayê Kurdistanê komkirina fistiqan dest pê kiriye.

Bi gotina cotkaran îsal darên fistiqan ên Kobaniyê berhemeke zêde didin.

Lê belê cotkar bi dilekî şikestî dibêjin li beramber jî bihayê fistiqan gelekî daketine.

Sala borî kîloya fistiqan bi 3-4 dolaran bû lê îsal kîlo bi 1,5 û 2 dolaran tê firotin.

"Par me kîloyeke fistiqan bi 3,5 dolaran difirot"

Cotkar Ebdulrehman Evdo got:

"200 darên min ên fistiqan hene. Sala çûyî me kîloyeke fistiqan bi 3,5 dolaran difirot.

Îsal berê xwe heye û fistiq xweşik in lê ne biha ne. Îsal bihayê her kîloyeke fistiqan di navbera 1,5-2 dolaran de ye."

"Em deyndar in ji mecbûrî difiroşin"

Cotkar Bozan Dalî wiha anî ziman:

"Ma ka em dê çi bikin, em deyndar in ji mecbûrî em difiroşin.

Deynê xelkê li me heye, me li ser vê mûsimê derman û hemû tişt deyn kirin. Divê em deynê xelkê bidin."

Bi nerîna bazirganê fistiqan Elî Begê berhama zêde ya fistiqan li Kobaniyê bûye sedema daketina zêde ya bihayan jî.

"Îsal fistiq pir in lê bihaya wan kêm e"

Bazirganê fisteqan Elî Begê wiha axivî:

"Me dest bi kirîna fistiqan kiriye, em fistiqan dikirin.

Destpêkê me her kîloyeke fistiqan bi 2–2,25 dolaran dikirî, li gorî kalîteya fistiqan.

Îsal mûsima fistiqan pir e. Wekî mînak kesekî ku 200 darên xwe hebûn em bêjin tonek jê radikir, îsal 4 ton jê re tên.

Ji ber vê jî bihayê fistiqan îsal piçekî kêm e.”

Li herêma Kobaniyê zêdetirî 600 hezar darên fistiqan hatine çandin

Li herêma Kobaniyê di navbera 600-610 hezar darên fistiqan li ser rûberê 3 hezar û 500 hektar hatine çandin.

Bi gotina cotkarekî her darêk li gorî temenê xwe di navbera 10 heta 50 kîlo fistiqan berhem dide.

Tê pêşbînîkirin ku berhema Kobaniyê ya fistiqan îsal 4-5 hezar ton be.

Piraniya vê berhemê jî bo navçeyên derdorê û Tirkiyeyê tê hinardekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst