Li Şirnexê qeza: 5 kes birîndar bûn

30-08-2023
RÛDAW
Nîşan Şirnex Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê, kamyoneteke ku ajel lê barkirî bûn, ji paş ve li pîkapekê xist û di encamê de 5 kes birîndar bûn.

Pîkapa a bi plaqeya 01 AAV 964 ya B.Î. diajot, li devera kanên komirê ji kontrolê derket û wergeriya.

Welatiyên ku qeza dît bi mebesta alîkariyê çûn ba pîkapê.

Di wê navberê de kamyoneta ku B.O. diajot li pîkapa qulibî da.

Welatiyên ku dît kamyonet bi ser wan de tê, ber bi derdorê ve reviyan.

Di qezayê de tevî ajokaran 3 kesên di her du wesayitan de jî birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst