ROJAVA - Tirkiyeyê Til Rifet topbaran kir

30-07-2023
Hisên Omer
Nîşan Azad Hisên Gul Dawûd Til Rifet Topbaran Efrîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Artêşa Tirkiyeyê bajarê Til Rifetê û çend gundên derdora wê topbaran kirin û di encam de koçberekî Efrînî birîndar bû.

Çalakvanê Efrînî Mistefa Şêxo ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku di topbarana bajarê Til Rifetê de, koçberê Efrînî yê bi navê Azad Hisên Gul Dawûd birîndar bûye.

Azad Hisên Gul Dawûd ji gundê Celayê yê nahiyeya Racoyê ye û ji dema dagîrkirina Efrînê ve ji neçarî koçberî herêma Şehbayê bûye.

Li aliyê din, çavkaniyên ser bi opozisyona Sûriyeyê ve ragihandin ku şervanên Kurd li Marihê êrîşî pêgeheke çekdarên opozisyonê kiriye.

Li gor heman çavkaniyan, di êrîşê de 5 çekdarên opozisyona Sûriyeyê hatine kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst