Hewlêr (Rûdaw) - Li navçayê Şaxê ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê malbatên dijmin li hev hatin.
Li navçeya Şaxê di navbera malbatên Bayduyan û Begceyan de pevçûn derketibû û kesek hatibû kuştin.
Ji bo bidawîkirina vê neyartiyê rîspiyan navbeynkarî kir.
Li navçeya Îpekyoluyê l Mizgefta Bedîuzzeman merasîma lihevanînê hat lidarxistin û di merasîmê de Quran hat xwendin û ferdên malbatan destê hev girtin û li hev hatin.
Şaredarê berê yê Şaxê Abdurrahman Şeylan beşdarî merasîma lihevanînê bû û diyar kir, ew ji bo şahidiya bûyereke xweş civiyan.
“Em dê destûrê nedin ku tovê nîfaqê bireşînin navbera me”
Abdurrahman Şeylan da zanîn ku piştî bûyereke bextreş neyartî çêbû û wan her du alî li hev anîn û wiha domand:
"Ji bo ku neyartiyeke wiha careke din çênebe me destê hev girt.
Em spasiya kesên ku bûne navbeynkar dikin û em dê destûrê nedin ku tovê nîfaqê bireşînin navbera me.
Em dê destê xwe bidin hev û dijmintiyan bi dawî bikin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse