Serok û Serokwezîrê Kurdistanê pêşwazî li Balyozê Holenda kirin

30-07-2019
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Mesrûr Barzanî Kurdistan Holenda Matthijs Wolters Iraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serok û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê her yek di hevdîtinên cuda de pêşwazî li Balyozê Holenda li Iraqê Matthijs Wolters kirin.

 

Ofîsa Ragihandina Serokatiya Herêma Kurdistanê diyar kir Serok Nêçîrvan Barzanî pêwazî li Balyozê Holenda li Iraqê Matthijs Wolters ku erkê wî bi dawî tê kir.

 

Balyozê Holenda li Iraqê Matthijs Wolters bo piştgîriya spasiya Serokê Herêma Kurdistanê û sazî û dezgehên peywendîdarên Herêma Kurdistanê li kar û çalakiyên wan kir.

 

Matthijs Wolters herwiha dûpat kir ku welatê wî bi girîngiyê temaşa berev pêşvebirina peywendiyên li gel Iraq û Herêma Kurdistanê dike û pêzanînên xwe ji bo hevkariyên Herêma Kurdistanê ya ji bo koçber û penaberan‌ jî nîşan da.

 

Serokê Herêma Kurdistanê ji bilî bilind nirxandina kar û çalakiyên Wolters û hêviya serkeftinê di erkê wî yê nû de, tekez li ser daxwaza Herêma Kurdistanê ya ji bo pêşxistina peywendiyên li gel Holenda kir.

 

Barzanî herwiha aramiya Iraqê bi cihê girîngî pêdana Herêma Kurdistanê da zanîn û bi kurtî behs li ser ewlewiyata qonaxa paşarojê jî pêşkêş kir.

 

Nirxandina pêşvebirina peywendiyên aboriyên Herêma Kurdistanê û Holenda, mijareke dinê vê hevdîtinê bû.

 

Görüntünün olası içeriği: 2 kişi, oturan insanlar

 

Her îro Sêşema 30 Tîrmehê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî pêşwazî li heman şanda Holendî ya bi serokatiya Matthijs Wolters kir.

 

Di civînê de Mesrûr Barzanî diyar kir ku ew hêviya wê yekê ji dostên xwe dikin ku di warê pirrengkirina çavkaniyên dahat û geşepêdana aboriya Kurdistanê de hevkarên Kurdistanê bin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst